• Wednesday, 15 January 2025
logo

Mihemed Wanî: YNK, bi destê Bafil Talebanî ve ber bi jinavçûnê diçe

Gulan Media September 8, 2024 Nûçe
Mihemed Wanî: YNK, bi destê Bafil Talebanî ve ber bi jinavçûnê diçe

Nivîskarê siyasî yê Kurd ku di çapemeniya navnetewî ya erebî de dinivîse radigehîne ku çarenivîsa YNKê bi destê wan neberpirsên wek Bafil Talebanî û hêzên komando ber bi linavçûnê ve diçe.

Piştî zincîre reftarên mafyayî û çeteyî yên Bafil Talebanî û hêzên bin fermana kêmîneya desthilatdarên YNKê li hember rêveberên kevin ên YNKê pêkhatin, hejmarek zêde ji siyasetmerdar û şarazayên siyasî bêhêvîbûn ku YNK ya Bafil Talebanî bikare waha di rêveberiyê de bimîne û hişyariya linavçûnê temamî didin YNKê.

Nivîskarê siyasî Mihemed Wanî jî ji BasNewsê re ragehand, YNK bi destê Bafil Talebanî ve ber bi linavçûnê ve diçe û tenê li ser dem maye û ragehand: ‘’Bafil Talebanî wisa dizane ku bi wan karên ku dike herwaha dûrxistina tekoşerên YNKê, kesên wek Mela Bextiyar û wan bi kesên bi kesên wek Wehab Helebceyî û Şalaw Kosret Resûl diguhere, ev yek dê çalakvaniyê bixe bedena westyayî ya YNKê. Lê Bafil Talebanî bi vî karî ve YNKê ber bi terazinê û kendalekî avêtinê ve dibe û dê YNKê li nav bibe.’’

Nivîskarê kurd got, karên Bafil Talebanî bi taybet reftar û zêdegavî û neberpirsyariya hêzên komando ku dûr in ji nirxên yasayî û şaristanî û bi wan karane ve bêguman YNKê ber bi linavçûnê ve dibin û ev yek li ser demê maye.  

 

Basnews

Top