Serokwezîr kevra bingehîn ya projeyeke gerîng danî
Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîmeke fermî bo danîna kevra bingehîn ya projeya gehandina bilez ya avê bo bajarê Hewlêrê hate organîzekirin.
Di destpêka merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser vê projeya han û ragihand ku, ev projeya han di nava 14 mehan de vê were cîhbicîhkirin û sedî 60 ji pêdiviyên ava Hewlêrê dabîn dike.
Serokwezîr herwiha esker kir ku, têçûya vê projeya han 480 miliyon dolare û ev projeya han dibe sedema çareser kirina hertimî ya kêşeya kêmaviyê li Hewlêrê û herwiha dibe sedema zêdebûna ava binerdê ya li Hewlêrê.
Serokwezîr di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, rixmî tevahiya kêşe û qirîzan, hikûmet berdewam dibe li ser avedan kirin û xizmet kirina Kurdistanê û hikûmet bêyî cudatî projeyên xizmetgozariyê li seraserê Kurdistanê têne cîhbicîhkirin û ev yek jî yek ji xalên sereke yên bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku, di hawînan de li Hewlêrê kêşeya kêmaviyê ser hildide û heta niha gelek kompanî hewldane vê kêşeyê çareser bikin lê jiber hin sedeman ev kêşe heta niha nehatiye çareserkirin lewre bo çareser kirina hertimî ya vê kêşeyê me biryar da ku, projeyeke nû û mezin cîhbicîh bikin ku, ev jî projeya gehandina bilez ya avêye bo Hewlêrê ku, îro kevra bingehîn ya vê datînin.
Serokwezîr di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, ev projeya han kêşeya kêmavî ya li Hewlêrê heta 30 salan çareser dike û daxwaz ji welatiyan jî kir ku, av samaneke xwezayî ya gelek girîng û pir buhaye lewre lazime welatiyên Kurdistanê jî dest bi vê samana han bigirin û vê biparêzin.