• Wednesday, 15 January 2025
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime rêz ji pêgeha destûrî û federalî ya herêmê were girtin

Gulan Media September 8, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Lazime rêz ji pêgeha destûrî û federalî ya herêmê were girtin

Her du civatên wezarî yên abûrî civiyan.

Îro her du civatên wezarî yên abûrî yên federalî û herêmê civiyan û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro civîna her du civatên wezarî ya Îraqê bo karûbarê abûrî û civata abûriya herêma Kurdistanê li Hewlêrê destpê kir.

Me giftûgo derbarê çareser kirina kêşeyên hilwastî kir û tekez li ser rêz girtin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

Rixmî bixêr hatin kirina şanda bilind ya hikûmeta federalî bo hewlêrê, me balkêşande ser vê yekê ku, eger xwesteka çareseriyê hebe, vê demê çareser kirina kêşeyan asane û lazime rêz girtin ji destûr û rêkeftinan bibe bingehek bo çareser kirina tevahiya kêşe û nakokiyan.

Herwiha me ev yek anî ziman ku, lazime hikûmeta federalî bi awayeke dadmend nizîkatî li gel tevahiya beşên Îraqê bike û hikûmet jî hikûmeta tevahiya navçe û parêzgehan be weke çawe berevanî ji mafên şêniyên Besreyê û Bexdayê dike bi heman awayî jî berevanî ji mafên xelkê Kurdistanê bike.

Me ev yek dubare kir ku, herêma Kurdistanê herêmeke destûriye û lazime rêz ji pêgeha federalî ya herêmê were girtin û di vê çarçoveyê de nizîkatî li gel herêma Kurdistanê were kirin.

Cîgirê Serokwezîrê federalî û Serok civata wezarî ya abûrî birêz Fûad Husên li gel me li ser girîngî û pêwîstiya çareser kirina kêşeyên hilwastî li ser esasê destûrê hemfikir bû û got: Hatina vê şanda bilind bi mebesta çareser kirina kêşeyane.

Pişt re civat û komîteyên têkildar yên her du aliyan bi cuda li ser mijarên diyarîkirî dest bi civîn û giftûgoyên berfire kirin û civînên han jî di rewşeke baş de hatin meşandin û di civînan de bi awayeke eşkere nêrîn derbarê çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê hatin ziman û biryare civînên han du rojan bidomin.

 

 

Top