• Friday, 03 May 2024
logo

Cudahiya Helwîsta Civaka Nêvdewletî, Destê Rejîma Essed Ji Bo Komkujiyê Berdaye

Gulan Media November 21, 2012 Raport
Cudahiya Helwîsta Civaka Nêvdewletî, Destê Rejîma Essed Ji Bo Komkujiyê Berdaye
Ew agirbesta li roja cejnê hatî ragehandin, rejîma Essed pê pabend nebû, di hember da vê carê jî civaka nêvdewletî helwêsteka weha nebû, ev jî vê watayê dide ku li ser astê nêvdewletî boçûn di arasteyên ji hev cuda de ne nikarin çi helwêstek cidî li hember rejîma Essed wergrin, ev rewşe li ser kaxeza Cinêf jî ji bo damezrandina deshelatekê ji bo qunaxa veguhaztinî rengveda û Rûsiya bi aşkera bangehêşê ji bo wê dike heger rojava helwêsta xwe sebaret bi Essed neguhêre, wate razî nebe bi mana Essed û rejîma wî di qunaxa veguhastinê de, li wê demê wê gola xînê li Sûriya her berdewam be, ev jî bi zelalî wê watayê dide ku niha gelê Sûriya div ê pirsê de bûye pirsek lawekî û pirsa serekî mana Essed û rejîma wî ye, sebaret bi ev cudahiya navbera helwêstan, me pirsyar ji pirofîsor Kirîstofer Filîps vekolerê bilind li amojgeha Çatam Haws a Berîtanyayê û pispor li ser pirsa Sûriya kir, di bersiva xwe de wesa ji gulan re axaft û got: (pir çetine em bikarin diyarbikin heta kengî ev cudahiye di boçûna nêvdewletî de wê bimîne û heta kengî ew ê destvala bin sebaret bi kêşa Sûriyayê, bêgoman ew a we destnîşan kiriye raste û helwêsta civaka nêvdewletî egerekê serekî ya berdewamiya tundûtîjiya li Sûriyê ye, herdu aliyên hevkêşê, alîgirên rejîma Essed bi serkirdatiya Îran û Rûsiya temam piştevaniya Essed dikin û heznakin ji deshelatê were dûrxistin û yek ji egerên serekî ya vê helwêsta wan ew e ku weha dibînin pêguhorê Essed pêguhorek waqei be û weha dibînin ku opozisyon ewqas dabeşbûye ku nikare Sûriyê bi yekgirtî bihêle.

Ji aliyek din ve serkirdên rojava, Yekîtiya Ewropa û Emrîka û hevpeymanên wan yên herêmî, Turkiya û Siûdiya û Qeter naxwazin Beşar di deshelatê de bimîne û di rastî de çi aliyek jî ne amadeye xwe pabend bike bi dabînkirina piştevaniya serbazî daku hevkêş bi aliyekîde bişkê, ne hêzên rojava amadene helmeta serbazî dijî Essed bikin û ne Îran û Rûsiya jî amadene leşkerê xwe bişînin jib û şikandina yaxîbonê, anku egerê wê yekê heye ku herdu alî bo heyamek dûr û dirêj berdewam bin di şerê hev de, li gel hebûna heman astê tund û tîjiya li dijî sivîlan, ku çi aliyek bi rastî serketinê bidest nexe û çi aliyek jî ewqas piştevaniya nêvdewletî tuneye daku bi şêweyek yekalîkirî şikestê bi aliyê hember bixîne.

Ew a peywendî bi kaxeza Cinêf ve hebe, ew e ku girêdayî ye bi nêvdewletî kirina nakokiyê ve, ku opozisyona Sûriyê rijdane mana Beşar Essed li deshelatê di demê veguhastinê de retdike, ji ber ku weha dibînin ku germ û tîn heye û dikarin rejîmê derbazkin, hokarê ev helwêsta wan a rijd jî ew e ku piştevaniya devkî ya zor ji bo wan heye ji aliyê civaka nêvdewletî ve, lê belê pirsgirêk ew e ku ew piştevaniya devkî hevşan nebûye bi piştevaniya serbazî re, ji ber wê ji aliyekî dibînin ku berev serketinê dicing, ji aliyek din ve jî piştevaniyek pêwîst ji wan re tuneye jib o encamp dana vî karî, vê jî rol heye di ev rewşa ku niha hatiye pêş. Di heman dem da eger hewil were dan opozisyon jî were pir çek kirin, pirçekkirina opozisyonê nabe egerê roxandina rejîmê, ji ber ku ta niha rejîmê hêza asmanî heye û egerê wê çendê tune ye ku tiştek –çekek- bidine opozisyonê ku bibe egerê guhartina hevkêşê, lê belê Emrîka bangeşa wê kiriye ku naxwaze destêwerdanê di vê rewşê da bike, ji ber ku berjewendiya wan tuneye, çûnkî paş ew a li Lîbiya rûdayî Obama dixwaze wek serokekî were bas kirin ku şer li rojhelata naverast de bi dawî aniye ne şer vêxistibe, ji ber wê temam rone ku Emrîka çi berjewendî tuneye ji destêwerdana rastewxo, ew a peywendî bi NY ve hebe, ew bi dilinyayî dixwazin pirsgirêk rewyîyek nêvdewletî hebe, belê Rûsiya û Çîn rijdane piştevaniya rejîma Essed dikin, wate NY geheştiye rêyek girtî û çi tiştek ji Civata Ewlehiyê derbaznabe, çûnkî Rûsiya û Çîn rêgiriyê lê dikin, ji ber wê heger Emrîka û hevpeymanên wê dixwezin tiştekî bikin, li wê demê gereke hevpeymaniyek arazomendane pêkbînin, ev jî heman rewş dobare dike ku li sala 2003yê li Îraqê rûdayî).

Her sebaret bi kaxeza Cinêf me boçûna pirofîsor Nedîm Şehadî rêveberê pirogramên rojhelata naverast li amojgeha Çatam Hawis wergirt, wî jî bi vî curî boçûna xwe jib o Gulan derbirî û got:( kaxeza Cinêg ne ron e div ê rûyê de, belku mijawî ye, belê NY bi wî şêweyî zelal kir, ku hewil were dan giftogo di navbera rejîm û opozisyonê de were kirin, ku giftogoyê li xwe digre berî ku gerentiya wê çendê were kirin ku Essed nemîne, ez nabînim ku ev tiştekî mumkun be û çarenivîsa vê tiştî şkeste, çûnkî ez bawer nakim ku opozisyon vê yekê pesen bike û di rastî de baweriyê bi piroseyê nake.

Cudahiya navbera van herdu helwêstan û ev çeqbestûya karesata bo xelkê Sûriya û heger rewiş bi vî şêweyî berdewam be, li wê demê bacek girin wê were dan û baweriya min weha ye ku encamdana goftûgoyê ku razîbûn têde hebe bi mana Essed di deshelatê de tiştekî mehale û çarenivîs şikestine û tenê fîrodana demê ye heger Civaka Nêvdewletî vê pesend bike, ev cure goftûgoye sernakeve jib o encamek baş li Sûriyê, belku gereke goftûgoyek be mana Beşar Essed li xwe negre, wate pêwîste armanc Sûriyayek nû be û saziş kirin nebe bo rejîmê. Lewra dîsa ez dobare dikim eger barodox wek xwe bimîne li wê demê em ê bacek gran bidin, wate baca dest têwernedanê û nebûna siyasetekê bo parastina xelkê Sûriyê, yan bo rênedanê bo berevanû li xwe kirinê, zor zêdetire ji baca destêwerdanê, ev jî dibe egerê ku rewş zêdetir xerab bibe û dibe egerê ku qunaxa veguhastinê zêdetir dijwar bibe. Ez pêgorekê nabînim û gereke çareserî ji CN be, çi bi alîkariya Rûsiya be yan bê Rûsiya, û di rastî de gereke dobara hesabê berjewendiyên xwe bike, ji ber ku berjewendiya Rûsiya di wê de ye ku peywendiyên baş bi hemû cîhana Erebî re hebe û peywendiyek baş hebe di paşerojê de li gel Sûriya, heger na ez bedîlekê ji bo destêwerdana nêvdewletî nabînim bo parastina xelkê Sûriyê).

Alozbûna Rewşê Ne Di Berjewendiya Opozisyona Sûriyê De Ye

Hêlarî Kilênton Wezîra Derve ya Emrîka heftiya borî peyamek arasteyî opozisyona Sûriyê kir ku rê nedin tundrew werin nav qadê û şoreşa Sûriyê birevînin, ev jî wê watayê dide ku rewşa niha ya Sûriyê û nebûna piştevaniya nêvdewletî ji bo lez rûxandina rejîma Essed, bûye egerê hindê ku boşayî dirust bibe û hêzên din bikevin nav opozisyonê û di wê aloziyê de hewilbidin rewşê berev xwe ve bikşînin, sebaret bi wî alî profîsor Krîstofer Filps di dirêjiya axaftina xwe ya jib o Gulan de bi vî şêweyî li ser vê pirsê helwêst kir û got:( ev cihêdilgraniyek mezine, pir cara li demê hebûna ev curên nakokiyan rewş ji aliyê tundrewan ve hatiye kişandin – me ev li Bosna û Cezaîrê dît- daku zêdetir dirêjbibe, weha zêdtir radîkalan radikşîne. Vê çendê ji egerê qebara tundûtîjiya Sûriyê rûda, ji ber ku demê xelk tên kuştin, liyaniya wan ji bo aliyê tundrewan dice div ê çareserê de, herweha ev ê peywendî bi aliyê nêvdewletî ve heye, bi taybet demê raport bas li wê çendê dikin ku Qeter çekên giran ji Selefî û gropên Îslamî yên radîkal re dişîne ev jî bi wataya hejmarek zor a şerkerên Îslamî û selefî tê, wate hejmara wan zêdetir dibe di nav opozisyona çekdar de. Bi zelalî ez dibêjim zehmetî ew e ku take hêzeke nêvdewletî bikare rêgiriyê li vê bike, rojava û bi taybet Emrîka, ku ne amadene hêzên serbazî yên pêwîst jib o rêgiritin ji vê rûdanê terxan bikin, li gore w a li Lîbiya kirine, ez bi zelalî dibêjim eger Emrîka vê yekê bike, wê bacek zor bide ji aliyê madî û giyanî ve û Emrêka jî nabîne ku cane Sûriyan ewqas buha dar be ku wî karî bike. Herweha nikarin ew a li Lîbiya kirine li Sûriyê jî dobare bikin yan navçeyên dijî firînê damezrînin ji ber ku dema qeyrana Lîbiya rûdaye, dikarînê de bû ev kare bê kirin ji ber ku welatekî biçûk bû û tenê şeş milyon xelk hebû, di heman dem de sîstema berevanîyê pir lawaz hebû, ji ber ku bi dilinyayî welatekî pir dewlemend bû ku neft hebû, lêbelê li Sûriya hel û mercek pir cuda heye, welatekî pir mezintire û welatekî bê biyabane wek Lîbiya daku bi sanahî navçeya dijî firînê were sepandin, herweha welatekî hejare, wate destkeftên darayî tuneye di vî welatî de bi şêwê encamdana girêbest de, ji aliyekî din ve Sûriyê tirsek zor hebû ji Îsraîl û qelxana mûşekên pêşketî heye ku dikare berevaniyê ji xwe bike li hember hêrişande, ji ber vê heger sopa û firoke werin bikaranîn di vê qeyranê de, li wê demê eger pire ku werin gêrkirin û raya giştî Emrîka jî naxweze ji vê zêdetir xelkê xwe li rojhelata naverast ji dest bidin û tenê heger hêzên asmanî bikarbînin li wî demê egerê gêrkirina wan heye, vê havînê du firokevanên Turkiyê hatin kuştin dema firokeya wan ji aliyê Sûriyê ve hate xwer, wate mûşekên berevaniyê yên pêşkeftî hene û ew eger heye ku firokeyên Emrîkî gêrkin û raya giştî ya Emrîka naxwaze ji vê zêdetir xelkê xwe li rojhelata naverast ji dest bidin).

Pirofîsor Nedîm Şahadî vê pirsgirêkê bi vî curî dibîne eger destêwerdana nêvdewletî neyê kirin, wê baca destêwernedanê pir mezintir bibe, ji ber ku rewş aloztir dibe, sebaret bi vê çendê bi vî rengî ji Golan re got:( ez dibînim we pêçiya xwe danî ser birînê, kêş di vî rejîmê de ye û ji nebûna siyasetek guncayî ji aliyê Emrîka ve, ev siyasetek pir kinbîne û li ser binemayî grîmaneya şaş hatiye binyatnan û encamp jî wê guştinên zêdebe li Sûriyê. Ev peyame, peyam ew e ku top li qada CN ye, çareserî ne li nav Sûriyê ye, wate çareseriyeke Sûrî tuneye û gereke ev çareseriye li CN be. Pêwîste hêzek nêvdewletî hebe xelkê Sûriyê biparêze û rejîmê neçar bike ku dest ji deshelatê berde, pir baştir û têçûnek pir kêmtir li xwe digre, bi hevberkirin li gel hindê ku rê were dan şerê navxweyî li Sûriyê berdewam be û boşahiyek were dirustkirin û tundrew li sertaserî navçeyê were rakêşan. Bi kurtî û bi puxtî bacê destêwerndaanê zor pirtire ji baca destêwerdanê. Lewra ev kêş li Emrêkaye, ev kêş di Îdara Obama de ye ku biryarek cêgîr û dawî nedaye, yan siyasetek cêgîr û dawî nebûye, çûnkî eger Emrîka siyasetek cêgîr hebe wê tişt bileztir berev pêş ve herin. Ew hêzên heremî ku bas li wan tê kirin ew destêwerdanê nakin, ji ber ku piştevaniya Emrîka ji wan re tune ye. Ew a di hevkêşê de windaye ev e).
Top