• Saturday, 24 August 2024
logo

Gelo Mehmet Şîmşek îstifa kir?

Gulan Media August 24, 2024 Nûçe
Gelo Mehmet Şîmşek îstifa kir?

Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek li ser îdiayên ku îstifa kiriye got, “Min îstîfa nekiriye û senaryoyên hatine belavkirin ne rast in.”

Nivîskar Erol Mutercîmler li ser kanala xwe ya YouTubeyê ragihandibû ku “Mehmet Şîmşek 2 hefte berê îstifa kiriye.

Lê belê Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz ketiye navbeynê û wî bi zorê razî kiriye.”

Herwiha Cîgirê Serokê Partiya Demokrat Cemal Enginyurt jî gotibû ku Şîmşek îstifa kiriye.

Cemal Enginyurt li ser medya cîvakî peyamek belav kiribû û gotibû:

“Îro borseya Stenbolê bê sedem daneket. Diyar e şerê çeteyên 5î heye. Mehmet Şîmşek îstifa kir. Roja Duşemê dê welat bişewite.”

“Min îstifa nekiriye”

Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek derbarê îdiayên ku îstifa kiriye li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Mehmet Şîmşek got, “Tê famkirin ku daxuyaniyên fermî têr nekirine, ez li vê derê jî binivîsim.

Min îstifa nekiriye û senaryoyên hatine belavkirin ne rast in.”

 

Rudaw

Top