• Sunday, 25 August 2024
logo

MANÎSA - Termên bav û keça wî ya 10 salî li malê hatin dîtin

Gulan Media August 20, 2024 Civakî
MANÎSA - Termên bav û keça wî ya 10 salî li malê hatin dîtin

Li navçeya Akhîsarê ya bajarê Manîsayê yê Tirkiyeyê bav û keça wî ya 10 salî li malê bi mirîtî hatin dîtin.

Piştî ku demekê xeber ji Omur O. (49) nehat xizmên wî çûn mala wî.

Dema ketin hundir û wan dît ku Omur û keça wî ya 10 salî li erdê ne û nalivin.

Piştî agahîwergirtinê polîs û tîmên tenduristiyê jî çûn mala wî.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du jî mirine.

Termên wan veguhastin Saziya Bijîşiya Dadî ya Îzmîrê.

Polîsan li malê du name dîtin ku tê pêşbînîkirin Omur O. nivîsîbin.

 

Rudaw

Top