• Wednesday, 15 January 2025
logo

Endamê Kutleya Ereb li Kerkûkê: YNK ji bo me mafên Kurdan binpê kir

Gulan Media August 15, 2024 Nûçe
Endamê Kutleya Ereb li Kerkûkê: YNK ji bo me mafên Kurdan binpê kir

Endamekî Kutleya Erebî (fraksiyona) li encûmena parêzgeha Kerkûkê di hevpeyvînekê de li gel kanaleke iraqî aşkera kir, ku YNK li hember salek û 4 mehên posta Kerkûkê, di mafên kurdan de bo pêkhateyên Ereb tavîz daye, ji ber wê jî li gel wan rêkeftin kiriye.

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rehed Salih li kutleya Erebî, di hevpeyvîneke li gel kanala Elawlî ya Iraqê ragehand, dema ku di 4ê Tebaxa 2024an de hatin Hewlêrê û bi Serok Barzanî re hevdîtin pêk anîn, bi mebesta ku qonaxa yekem a posta parêzgariya Kerkûkê ji bo pêkhateyên Ereb be, lê em matmayî man ku gera yekem wê ji bo civaka Kurd be. Piştî ku em ji baregeha Barzanî derketin û li gel birêz Şaxewan Ebdullah û şanda danûstandinan civiyan, wan daxwaza posta fermandeyê polîsê Kerkûkê û %32 fermangehên pêkhateyên Kurdistanê kirin.”

Wî berpirsê Ereb nevenaşart ku rêkeftina li gel PDKê weke ku PDKê dawaz dikir, di berjewendiya pêkhateya Ereb de nebû, ji ber ku PDKê daxwaza zêdetir  ji  wê dikir ku  YNKê daxwaz kiribû. Ji ber wê jî çûn û bi YNK û Babilyon re li hev kirin, “YNK dê çend postên wek fermandehiya polîsên Kerkûkê û ofîsên din li hember gera yekem a posta parêzgariya Kerkûkê bide. YNK tawîzê di hejmarek li postên weke fermandeyên polîsê Kerkûkê û fermangehên din dike, li hember wê bo gera yekem posta parêzgariya Kerkûkê aliyê YNKê be.

Rehed Salih ragehand ku li gor li hevkirina vê gavê, dê heta 31.012.2025ê li posta parêzgariya Kerkûkê de bimîne, di 1.01.2026 ve kesekî Tirkmen dê bibe parêzgar heta dawiya heman sale, piştî wê di 1.01.2027 jî heta hilbijartinên nû yên encûmena parêzgeha Kerkûkê tê kirin, ew post dê li aliyê pêkhateya Ereb be.

Ew endamê ereb yê encûmena parêzgeha Kerkûkê ragehand ku rêkeftin li gel YNKê li ser tawîzdana di mafên kurdan li îdarekirina fermangehên weke fermandeyên polîs, veberhênan, perwerde, çandinî, ciwan û spor û avê de heye, li gel tawîzdana li îdarekirina qezayên Dubiz û Daqûq û Hewîce û navçeyên wê. Ev rêkeftin daxwazên me pêk tîne û daxwazên me yên weke pêkhateya Ereb jî li xwe digre.”

Hêjayî gotinê ye, çavdêr di wê baweriyê de ne ku YNKê di berdêla wergirtina posta parêzgarê Kerkûkê de dest ji hemû mafên kurdan berdaye û ji bo xebatên hilbijartinan bikar tîne, lewma ew rêkeftin qonaxeke din a xiyaneta 16ê Cotmehê tê dîtin.

vîdeo di vê lînkêde ye.

Top