• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Kerkûkê 3 jin di malekê de hatin kuştin

Li Kerkûkê 3 jin di malekê de hatin kuştin
Li bajarê Kerkûkê di melekê de 3 jin hatin kuştin. Di nav kuştiyan de keçeke 16 salî jî heye. Li bajêrê Kerkûkê kuştina jinan bi dawî nabe. Vê carê li taxa Serkewtin a bajarê Kerkûkê yek ji wan zarok 3 jin hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku şeva borî di seatên 23.30an de yek jê zarok 3 jin di mala xwe de bi demançeya bêdeng hatine kuştin. Çavkaniyekê ji Polîsên Kerkûkê nave kuştiyan da çapemeniyê û got: "Keçên bi nave Menal Muhan 29 salî û Wela Wehîd 16 salî û jina bi navê Muhîd Cîhan a 65 salî hatine kuştin."

Heman çavkaniyê diyar kir ku cenazeyê her 3 kesên hatine kuştin ji bo lêkolînê şandine nexweşxaneya Tiba Edlî û lêkolîn dane destpêkirin. Rûdaw
Top