• Sunday, 05 May 2024
logo

Ji bo bîranîna Enfalê ahengeke hevjîniyê bo 65 bûk û zavayên kur û keçên Enfalan tê sazkirin

Ji bo bîranîna Enfalê ahengeke hevjîniyê bo 65 bûk û zavayên kur û keçên Enfalan tê sazkirin
Bi mebesta kêmek dermankirina birînên gel, bîranîna karesata Enfalê li navçeya Germiyan, ji aliyê rêxistina xêrxwaziya Germiyan û rêxistina Peyam, li bajarê Kelarê ahengeke hevjînîyê bihevreyî bo 65 xort û keçên zarokên şehîd û hejarên Enfalan tê sazkirin.

Di vê bareyê de, serokê rêkxistina xêrxwaziya Germiyan Celel Horênî îro sêşemê bo ajansa Peyamnêr ragihand: ku bi mebesta kêm jî bê dermankirina birînên karesata Enfalên navçeya Germiyan, êvara 14/4/2011 ahengeke hevjîniya bi kom bo 65 Bûk û Zavayên zarokên şehîd, Enfalkirî û kêmderametan tê sazkirin ku bi çavdêriya serokê Komara Iraqa Federal Celal Talebanî û serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih ve tê.

Wekî din jî got: kelûpel û pêwîstiyên nava malê, weke her maleka nûrmal her tişt bo wan hatine peyîdakirin û ev aheng dê li hola pîrozbahiyan a Kelarê ji aliyê rêkxistinên wan û rêkxistina Peyama Germiyan ve tê organîzekirin.

Rêkxistina xêrxwaziya Germiyan berî niha jî şeş caran bi siponseriya çend aliyên hukûmet û kertên taybet ahengên hevsertiyê bi kom pêkanîne û têde nêzîka 200 jin û mêr jê sûdmend bûne.
Sîrwan Hesen - PNA
Top