• Friday, 03 May 2024
logo

Şoreşa Eylolê, Destpêka Dîrokekê Bo Qebolnekirina Jêrdestiyê

Gulan Media September 28, 2012 Raport
Şoreşa Eylolê, Destpêka Dîrokekê Bo Qebolnekirina Jêrdestiyê
Profîsor Hena Erndet di pirtûka (Li Ser Şoreşê ….. On Revolution) bi vî rengî basa şoreşê dike, eger şoreşek armanca wê ne azadî be, bi şoreş nayê hejmartin. Sebaret bi wata û têgeheştinê ji têgeha şoreşê bi vî curî helwestê li ser dide: (Têgeheştina hevçerxa şoreşê, têkiliyek bihêz û necudakirî bi wê têgehê re heye ku dibêje şoreş wate destpêkirina şopa dîrokê bi şêweyekê nû û jinişkavî, şoreş çîrokeka nû ye, berê nehatiye bîstin û nehatiye zanîn bi destpêka şoreşê re bi xwe derdikeve, şoreş ew têgehe ya ku berî vêketina herdu şoreşên mezin yên Emrîka û Fransa yê li dawiya sedsala hejdehemîn ne naskirî bû, çi ji wan beşdarbûyên herdu şoreşan sebaret bi diramayê nû yê paş şoreşê pêşbînî nedikirin, anku nedizanîn gelo ev şoreş e wê biserkeftin yan karesat bi dawî bibe, belê her dema ku şoreş destpêkir semta xwe werdigre.. armanca şoreşê jî wek (Kondorsîye) pir bi kurtî pênase kiriye dibêje: ((Peyva Şoreş, tenê bi ser wan şoreşan de praktîze dibe ku armanca wan azadî ye)), belê pirsyara girîng li ser pênasa azadiyê li cem vî bîrmendî çîye? Bêgoman Hena Erndêt her di wê pirtûkê de sebaret bi şoreşa Emrîka ku ew bi îlhampexşa şoreşa Ferensa dizane û îlhama şoreşa Emrîka jî bi serdemê roşinkariya Ewropayê ve girêdide, di vê derbarê de û li ser wan du şoreşan nivîsandiye: (hejmareka yekcar zor xwendin û vekolîn li ser karîgeriya şoreşa Emrîka li ser şoreşa Ferensa û herweha karîgeriya bîrmendên Ewropayî yên serdemê roşinkariya li ser şopa şoreşa Emrîka hebûn heye, her bo nimûne civata damezrandinê li şoreşa Ferensa mafên mirovan ragehand, ku ev jî hevşêwê lîsta wan mafane ku li Vêrjîniya paş şoreşa Emrîka hatin danîn. Serkirdên şoreşa Emrîka ku bi bavên damezrênerên komara nû tên binavkirin, tîyora Montîskoyan ji bo cudakirina deshelatan wek mezintirîn dahênan di komara nû de pîyade kirin).

Wate ew a Erindêt li ser wataya azadî bas dike û bi tîyora Montîsko ve girêdide, wate gereke armanca şoreşê bo binyata Sîstemeke Lîbralî Dîmokrasî be û azadî di çarçovê serweriya yasayê de were rêxistin, ev jî bi kurtî anku:

1- Cudakirina Olê ji siyasetê.
2- Cudakirina Yasayê ji siyasetê.

Ev du xalane ku du xalên pir girîngin, eger mirov lojîkane hizir têda bike tenê rojek bes e daku erkên mirov û armancên şoreşê têbigehe, belê pirsyar li vir ew e, ta niha hatiye karîn ku ne bi rojekê, belku bi cend salan jî ev têgeheştine dirust bibe, bêgoman dîrok ji mere dibêje nehatiye kirin, lê li gel despêka şoreşê rêça ev dîroka nû ji nişkave derdikeve û şoreş dibe ew dabirîna ku du serdeman ji hev cuda dike, lewra heger em vegerin dîrokê , em hest dikin destpêka şoreşa Emrîka, dîroka Emrîka bi ser du qunaxan de dabeş dike ku pêktên ji qunaxa Koloniyalî û qunaxa damezrandina komara Emrîka, bi heman şêwe şoreşa Firensa jî (Li gel wê çendê ku bîrmendan hinek rexne û têbînî li ser tundutûjî û ajaweyên paş şoreşê hene), belê dîsa şoreşa Ferensa bo sercem mirovatiyê dabirîne di navbera du qunaxên dîroka mirovatiyê de, ku ew jî dawî anîna qunaxa deshelata paşatî û kenîseyê û destpêka binyata sîstema lîbralî demokrasî ye ku Hêgil vê destpêkê wek dawiya dîrokê pênase dike, wate destpêka geheştin bi azadiyê û siqkirina hewlane bo parastina wê azadiyê, ev boçûne tevî ku wek têgehek hizrî ji wê serçavik girtiye ku azadî li bin sîbera sîstema dezgehên lîbralî demokrasî peyda dibe û tê parastin, lê belê bi dirêjahiya zêdetir ji du sedeyan paş herdu şoreşên Ferensa û Emrîka, tevî ku civaka rojavayî lîbralî û demokrasî wek nimûneyekê di sîstema sîyasî de piyade kirine, ku ta niha û bi dirêjahiya dîroka mirovatiyê ji vê sîstemê baştir nehatiye piyade kirin, belê dîsan demê em li ser astê têgeheştina azadiyê û hîvî xwestinê bo parastina azadî û rometa mirova hest tê kirin li bin sîbera sîstema lîbralî demokrasî jî de, hên jî azadî her metirsî li ser heye û hewil jî ji bo wê yekê ne ku metirsiyên li ser azadiyê bên bin bir kirin.

Ev bagrawenda dîrok û têgeheştina têgeha şoreşê me berev wê dibe, dema em bas li şoreşê dikin û em dixwezin li ser şoreşê helwestê bikin û vexwendinê bikin, girînge em bi wî curî seyrî şoreşê bikin wek ku şoreş rûdanek be û ji niha ya me dipirse, lewra di vê rewşê da gereke vexwendin bi wî rengî be ku tenê mebest şoreş be û şoreş wek rûdanekê bê temaşekirin ne bi nêrîna Mezhebî yan Aydyolojî vexwendin bo şoreşê were kirin, lewra heger em ji arasteya mezhebî yan aydyolojî dûr bikin, em ê bibînin vexwendina nû bo şoreşê hewldide formek ji bo niha bi şêweyekê tîyorî dabirêje, ev niha ye ji vegera nav şoreşê wek rûdanek yan destpêka dîrokeka nû, dobare dibe û mana û mebesta xwe ji vexwendê xuyadike û bi dîdeke nû li mana û bihayê şoreşê û egerên serhildana şoreşê vedikole û di vê bagrawendê de yan ev vegera bo nav şoreşê, serdema şoreşê tê derbazkirin û qunaxa paş şoreşê û binyatnana civakê û damezrandina sîstema dezgehî bo parastina destkeftên şoreşê ku berî hemû yan parastina azadiyê ye, ev arasteye me fêrê vê çendê dike ku vegera me ji bo dîrokê yan vegera me ji bo dobera bi bîranîna rûdanên şoreşê û vekolîn li ser mana û biha û egerên serhildana şoreşê, ne ji bo wê yekê ye ku qunaxa şoreşê niha bi pîroztirîn bizanin yan niha bi cuda li qunaxa şoreşgêrî seyrbikin, na ev vegere bi wê yekê ye berdewamî yê dinavbera niha û borî de dirustbikin û ji xwe re ji nevîyên paş xwe re bêjin me qunaxa şoreş û şoreşgeriyê derbazkiriye û em hatine qunaxek din, belê ev qunax her çende ji hev cudane, lê yak ji wan ew a din rednake, belku du qunaxin ku şêwazê bihevgîştî (tewasulî) di rêrewê de dîroka netewê dirustdikin û dibe ew hizre ji bona azadiyê şoreş berpakiriye. Heman hizir berdewamî hebe daku di çarçovê bonyata sîstema dezgehî û lîbralî û demokrasî de li ser bingeha serweriya yasayê azadiyê biparêze, ev me berev wê dibe ku em bêjin heger şoreşa Ferensa û Emrîka berhemên wan modêrin bin, wiha mejîyê modêrin gereke li gel qunaxa nûya civaka mirovatiyê bi hev re tev vê qunaxê dirust bike, çawa li dawiya sedsala hejdê wî mejî dîrokek nû dirust kir, gereke heman ew mejiyê mirovatiyê (ne mejiyê rojava bi tenê), berdewamiyê bi ew dîroka nû bide û rêkê nede dîrokek din bi navek din dest pê bike.

Şoreşa Eylolê Dirustkirina Dabiranekê Di Navbera Du Qunaxên Dîrokê de

Birnar Grotoyzin di pirtûka Felsefa Şoreşa Ferensa de, wata û bihayê şoreşê bi destpêka serdemê Rênsansê ve girêdide, wate ew hizra roşingerî ku bûye hevêna şoreşê ji Dîkart destpêdike ta digehe Mantîsko û Roso û Voltêr, ev bi hev ve girêdana Girotoyzin vê çendê ji me re dibêje ku her şoreşek berhemê hizirkirineka nûye bo redkirina waqia pêştir, bêgoman pêştir ne mana sîstema pêştir belku bi mana nerêta ew sîstemên ku bi sedan salan demarên xwe berdane û dijminatî di nav bera mirovan de dirust kiriye û mirov ku birayên hevin bi destên hev dane kuştin, lewra di pirtûka Felsefa Şoreşa Ferensa de amaje bi wê hatiye kirin ku şoreşa Ferensa dawî bi sîstema kevin anî û sîstemek nû ragehand, ew sîstema kevin ku serdemên tarî yûn Ewropa li sedsalên naverast bo heyamê zêdetir ji 1000 salî li Ewropa hebûn hebû, li vêrê eger em felsefa şoreşa Eylolê bixine nav retkirina waqiê pêştir, ku şoreşa Eylolê jî armanca wê redkirina waqiê pêştir bû, em ê hest bikin ku waqiê pêştir ji şerê Çaldîranê destpêdike û ew hizra ku şoreş pê vêketî berhemê zêdetir ji 400 sal bûye, hizirkirin di waqiê pêştir de wate bi dawî anîna waqiê tepeseriyê û despêka waqiê azadî û serbilindiyê, ku redkirina waqiê paş şerê Çaldîranê ye, bêgoman ev rastiye ji xeslet û sîma û reftarê wî serkirdeyî ye ku cenabê Barzanî Mistefaye, bi kiryar bo jêbirina wî waqiî li hemû parçên Kurdistanê xebat kiriye û pêşmergeyek bû ji bo redkirina wî waqiî û ji vê jî girîngtir paş şkesta komara Kurdistanê li Mahabadê û çûna wî ya Yekîtiya Sovyetê berê, Cenabê Barzanî yê nemir bernama Komara Azada Kurdistanê ragehand, ku di wê komarê de Kurdistan, Kurdistaneka azada perî şerê Çaldîranê ye, lewra jî li vir ew dîroka nû li roja 11ê Eylola sala 1961ê bi şêweyek nû destpêkir, destpêka wê dîrokê ku me dixe ser ew rêya ku gav ji bo Kurdistanek azad hatî avêtin, vêca wek li destpêka vê vexwendinê me amajepêkirî, serkirdên şoreşê dema dest bi şoreşê dikin, nizanin yan wê pêşbînîyê nakin ku diramaya nû ya paş şoreşê wê çawa be, lewra demê em vexwendina şoreşê dikin bii taybet jî ji bo şoreşa Eylolê weku şoreşa neteweyekî, em wê vexwendinê bo destpêka wê dîrokê dikin ku berhemê wê hizrê roşingeriya nevî li dû nevî rolên vê xakê yeku hemûyan armanca wan ew bû qunaxa pêştir bi dawî bibe û qunaxek nû û serdemê azadiyê dest pê bike, ev jî wek zincîrekê curek ji bihevgîştina dîrokî xebata netewî ya niha û borî bi hev ve girêdide, belê xebata her quaxekê jî ji a din cuda dike, lê cudakirinek bi xelekên di nav yek zincîr de, ne biderxistina xelekê û piştkirina ew zincîra ku dîroka neteweyekî bi qurbanî dan û giyana neweyan dirust kiriye, lewra bi vê nêrînê dema em Eylolê wek xelekek li nav zincîra şoreş û berxudana neteweyekê dixwînin, weha ji Eylolê jî ta niha ew zincîre her berdewame, raste paş şoreşa Eylolê şoreşin din serhildane, belê ew a girîng şoreşên paş Eylolê û şoreşên pêş Eylolê her hemû gereke em wek zincîrekê seyrbikin û hemûya di yek xal de bi hev re kombikin ku armanc azadî û biyatnana Kurdistaneke azad e, bi vê semtê em rastî şaşiyek mezin dibin heger em şoreşa Eylolê di goşeya partên alîgirên şoreş yan dijî şoreş bixwînin, her bonimûne heger tenê bi goşeya Parta Demokrata kurdistanê vê şoreşê bixwînin, em nikarin mafê temam bi şoreşê û bi ew zincîra dîrokî bidin ku şoreşa Eylolê xaleke jê, hokarê sade jî bo vê xwendinê em ê bi çend xalekan diyarbikin:

1- Raste ew kesê serkirdatiya şoreşa Eylolê dikir cenabê Barzanî Mistefa bû, û her ew damezrênerê Partî Demokratî Kurdistan bû ku rolê serekî di şoreşê de dîtîye, belê ew a li vir pêwîste helwêst li ser were dan gereke ew hizir û nêrîn careke din were gotin ku cenabê Barzanî Mistefa temaşeya Partî wek partek siyasî kiriye, Barzanî nemir part wek amrazek zaniyê ji bo rêxistina xebata netewe û komkirina hêz û şiyanan bo redkirina waqiê pêştir û binyatnana waqiek nû, li cem Mistefa Barzanî part bo partayetî û dijatiye hevdu û redkirina hember nebû, belku part bo komkirina danpêdankirinê bi ew ê din bûye, her li ser vê binemayê partî wek komkirina çetrekê ji bo hizir û boçûnên cuda cuda hatiye damezrandin, wate partî jî wek berhemeka din a hizir û xebata Barzanî dîsan amrazeke ji bo dirustkirina xelekeka din, wate heger em bi hizir û nêrîna Barzaniyê nemir temaşeya Eylolê bikin, partî amrazek bû ji bo vêxistina şoreşê û şoreş şoreşa neteweyekê ye ne tenê aliyekî sîyasî ku Partî Demokratî Kurdistan e.

2- Heger em serinca xwe li salên şoreşa Eylolê bidin bi taybet (1961-1970)an û îmzakirina Rêkeftina Adarê em ê hest bikin ku diramayê nû ya waqiê şoreşê tenê partî kiribû ekterek, bila wî ekterî ji rolê serekî dîtibe., hêza pêşmergê Kurdistanê ku hêza kela şoreşê bû ji bo azadî û serbilindiyê, ne hemû pêşmergeyên Parta Demokrata Kurdistanê bûn, belku ji bilê xelkên bêlayen û serbixweyên Kurdistanê ku endamên tu part û aliyekê sîyasî nebûn, çend aliyûn sîyasî wek Parta Komonîstên Iraqê û Komela Vejîna Kurd (KAJÎK) hizir û bîrên sîyasî û rêxistinên cuda hebûn û pêşmergeyên şoreşa Eylolê bûn.


3- Aliyekî din ku ji vegera me bo hizir û boçûna Barzanî ya derbarê part (bitaybetî Partî) em fêrdibin ew e, ku partê sîyasî di qunaxa rizgariya niştimanî de nûneratiya netewê dike, lewra nebûye û nabe parta siyasî evca her parteka di çarçovê berjewendiya giştî ya niştimanî û neteweyî de li gel partên din hevnegre, yan kêşeyên wan bi yên xwe nezanibe û li demê tengasî û pêwîstiyê de hevkariyê pêşkêşî wan neke, ev taybetmendiye di reftarê cenabê Barzaniyê nemir de wek serkirdeyek (ne tenê serokê Parta Demokrata Kurdistanê) hebû, Barzanî Mistefa pêş ku serokê PDKê bûbe, pêşmergeyek bû ji bo redkirina waqiê pêştir, li her cihekî û li her navçeyeka Kurdistanê şoreşek ji bo redkirina wî waqiî serhildabe, bê ku hesab bo wê çendê kiribe erê hizir û boçûna sîyasîya wê şoreşê çîye?, yan li çi beşekê Kurdistanê ye?, ew pêşmergê wê şoreşê bûye, li vir heger em serincê li ev rabora neteweyî ya Barzanî bidin, em dikarin amajeyê bi wê yekê bikin dema Şêx Ehmed Barzanî, Mela Mistefa bo hevkarîkirina Şêx Mehmûdê Hefîd şandî, herweha dema bo hevkarîkirina kurdên bakûr şandî, Mela Mistefa Barzanî dema berê xwe daye Silêmaniyê û li gel Parta Hîwa û têkoşerên Silêmaniyê pêngav bo qunaxa şoreşa duyem ya Barzan havêt, Şêx Mehmûd û endamên Parta Hîwa û têkoşerên Silêmaniyê hevkariya Barzanî kirin û di rêya vêxistina şoreşê de her asankariyek pêşkêşkirin, di şoreşa duyê ya Barzan de û paş ku hêdî şoreş pêwîstî bi serkirdatiyekê bû daku serkirdatiyê bike, Barzaniyê nemir komîtek bi navê Komîta Azadî damezrand, dema ku Komara Kurdistanê jî li Mehabadê hatî damezrandin, Barzaniyê nimir bi xwe û pêşmergeyên xwe ve zêrevaniya komarê û berevanî li komara Kurdistanê kir, lewra ev hemû ji me re dibêjin li hizir û boçûna Barzanî de part û şoreş amrazin ji bo bi dest xistina azadiyê, belê pir girînge em zanibin azadî di hizira Barzanî de çi biha û mana heye?.

Wata û Bihayê Azadiyê Di Hizir û Boçûna Barzanî De

Têgeha azadiyê di hizira Barzanî Mistefa de, hemû mafên sîyasî, sivîl û civakî bixweve digre, ji vê jî zêdetir netewa azad di hizra Mela Mistefa de, ew neteweye ku danpêdanê bi hebûna netewe û olên cuda bike, îca ew netewe û olên cuda cuda di çarçovê yek welat de bi hev re bijîn yan hevcîran bin, bi praktîze kirina vê têgehê li nav civakê, pêwîstî bi çend pêngavan bûye ku Barzanî yê nemir di qunaxa şoreşê de pêngav bo avêtine:

1- Cudakirina ol û siyasetê.
2- Cudakirina siyaset û yasayê.

Heger em serincê li van du xalan bidin, em ê hest bi lojîka sîyasîyane ya ew serkirdê dîrokî bikin ku çawa waqiê welatê xwe xwendiye û çawa armanca şoreşê di azadiyê de topkiriye, ji aliyekî din ve Mela Mistefa Barzanî bawerî bi wê yekê hebû ku pêwîste Kurd û Kurdistanî li jêr destê dagîrkerên Kurdistanê werin rizgarkirin, paş rizgarbûnê jî gereke Kurdistan azad be û xelkê Kurdistanê hest bi azadiyê bikin, ev dirust wek Coric Waşinton çawa hizir li serxwebûna Emrîka kiriye, bêgoman Coric Waşinton û serkirdeyên din yên şoreşa Emrîka û bi taybet Tomas Cêvirson, hizir li wê çendê kirine ku ev komara serbixwe gereke komarek azad be, lewra her wek li destpêka vê raportê me amaje pêkirî lîsta mafan ku paş serketina şoreşê li Vîrjîna hatî ragehandin, bîrmendê sîyasî yê Elmanî Hena Erdênt bi hevtayê ragehandina mafên mirovan dizane ku paş şoreşa Ferensa hatiye ragehandin ji vê jî zêdetir Hena Erdênt lîsta mafan ya Vêrjîna ji îlham pexşa bo şoreşa Ferensa dizane ku ew jî lîstekê bi navê mafên mirovan derxin, di vê goşeyê de heger em vegerin şoreşa Eylolê Mela Mistefa di du qunaxan de ne tenê maf ragehandine, belku hejmareka dezgehan jî jo bo parastinamaf û azadiyan damezrandiye, heta mafê parastina jîngehê û mafê giyandaran jî bi xwe ve girtiye, lewra di du qunax de û bi du şêweyên cuda, Barzanî Mistefa pêkol kiriye civaka azad dirust bike, yan rêûşûna pêwîst ji bo binyata civaka azad bigre ber, ew du qunax jî pêkdihatin ji:

- Qunaxa şoreş û fermandariyê li navçeyên azadkirî yên şoreşê.
- Qunaxa bi yasakirina armancên şoreşê ku li Rêkeftina Adarê sala 1970yê rengveda.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top