53 leşkerên Rûsî li Malî hatine kuştin
![53 leşkerên Rûsî li Malî hatine kuştin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240728123501_original_27.jpg )
Ji aliyê komên çekdar ve hatine kuştin.
Komên çekdar yên li welatê Malî ku, dijî hikûmetê şer dikin, vîdeoyek belav kirine û têde dêmenên leşkerên kuştî yên Rûsî hatine nîmayîşkirin.
Li gor çapemeniya cîhanî piştî du rojan ji pevçûnên dijwar di navbera komên çekdar û leşkerên Rûsî de li navçeya Tuareg ya li Bakûrî Malî, komên çekdar kemîn bo leşkerên Rûsî danîne û di encama kemîna han de herî kêm 53 leşkerên Rûsî hatine kuştin.