• Sunday, 28 July 2024
logo

Endamê Polîtburoya PDK-Sê yê berê Mihemed Salih Xelîl koça dawiyê kir

Endamê Polîtburoya PDK-Sê yê berê Mihemed Salih Xelîl koça dawiyê kir

 Endamê berê yê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Salih Xelîl li nexweşxaneya Almanyayê koça dawiyê kir.

Endamê berê yê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Salih Xelîl, duhî 27ê Tîrmehê di 71 saliya xwe de, li nexweşxaneya Almanyayê koça dawiyê kir.

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê di peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “bi xemek mezin me nûçeya koça dawî ya rêheval û endamê berê yê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Salih Xelîl bihîst.

Diyar kir jî, rêheval Mihemed Salih Xelîl bo heyama sê dehsalan heta sala 2014an, di nava partiyê de di Komîteya Navendî û Polîtburoyê de bû û bi salên dirêj li Efrîn û Helebê di xizmeta partî û gelê xwe de bû.

Mihemed Salih Xelîl sala 1953an li gundê Naza yê Efrînê jidayik bû û ji ciwaniya xwe ve tevlî karê siyasî û partîtî bû. 

 

K24

Top