• Sunday, 28 July 2024
logo

Erdogan careke din gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Erdogan careke din gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Recep Tayyîp Erdogan gefa êrişê li Rojavayê Kurdistanê xwar û got “Li Sûriyeyê ew cihên mayî yên kembera me ya ewlehiyê, eger dem û wexta wê hat em dê temam bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh êvarê li otêleke bajarê Rîzeyê ligel nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl ên bajêr civiya.

Erdogan di civînê de gotarek pêşkêş kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Erdogan behsa operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê kir û got:

“Me bi operasyona Pençe Kilîdê ku li Bakurê Îraqê  berdewam e, rêxistina dabeşker ji sînorên xwe gelek dûr xistiye.”

Herwiha Erdogan gef li Rojavayê Kurdistanê jî xwar û wiha pê de çû:

“Bi operasyonên me yên li Sûriyeyê jî jixwe me heman tişt berî niha jî bi serkeftî pêk anîbû.

Li qada Sûriyeyê jî  ew cihên mayî yên kembera me ya ewlehiyê, eger dem û wexta wê hat bi saya Xwedê em dê temam bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê gefa berdewamiya operasyonan jî xwar û got:

“Em pêdagir in ku welatekî wiha radestî zarokên xwe bikin ku gefa terorê li ser nebe.”

 

Rudaw

Top