• Sunday, 28 July 2024
logo

Êrişî Girên Colanê hat kirin: 10 Îsraîlî hatin kuştin

Êrişî Girên Colanê hat kirin: 10 Îsraîlî hatin kuştin

Di êrîşa bi muşekan a li bajaroka Mecdel Şemsê ya li Girên Colanê ya bin kontrola Îsraîlê de 10 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Serwêsa Alîkariya Acîl a Îsraîlê Stêrka Sor a Dawud di êrişa ku birin ser bajaroka Mecdel Şemsê ya li Girê Colanê ya li bakurê Îsraîlê 10 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.

Piraniya navçeyê Durzî ne û muşek sehayeke futbolê ket.

Di nav kesên hatin kuştin de zarok jî hene.

Herwiha hat zanîn ku rewşa 6 birîndaran dijwar e.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku "di encama îstixbarata di destê wan de û nirxandinên kirin de" ji êrişê Hizbullaha Libnanê berpirsyar e.

Hizbullaha Libnanê jî îdiayên dibêjin ku êrişa li Mecdel Şemsê hat kirin bi destê wan hatiye kirin red kir.

Hizbullaha Libnanê got ku ti peywendiya wan bi bûyerê re nîne.

 

Rudaw

Top