• Saturday, 27 July 2024
logo

Parêzgarê Hewlêrê li gel Sekreterê Giştî yê Umanê civiya

Parêzgarê Hewlêrê li gel Sekreterê Giştî yê Umanê civiya

Parêzgarê Hewlêrê li gel Sekreterê Giştî yê Umana paytexta Ordinê civiyaye û tekezî li hevgirtin û geşepêdana zêdetir a pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Ordinê û Hewlêr û Umanê hatiye kirin.

Roja 25.07.2024, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, li Parîsê, li gel konferansa guhertinên avhewayê û di çarçoveya amadebûna di rê û resma destpêka lîstokên olîmpiyad û Para Olîmpiyada 2024, li gel Dr. Yusif Elşwarbe, sekreterê giştî yê Umanê civiya ye.

Di hevdîtinê de tekezî li hevgirtin û geşepêdana zêdetir ya pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û welatê Ordinê û Hewlêr û Umanê hat kirin û herwaha  parêzgarê Hewlêrê bi fermi ew birêze ji bo serdan kirina Hewlêra paytext a Herêma Kurdistanê vexwand û wî birêzî jî bi fermî ji bo serdan kirina bo Umanê parêzgarê Hewlêrê vexwand, Herdu aliyan vexwandina hevdu bi spasdarî qebûl kirin û tekezî li ser pêşdebirina peywendiyên dualî kirin.

Di beşeke din ya wê hevdîtinê de, behsa derfetên hêsan ji bo şîrketên Urdinê hat kirin ku li nahav de hejmarek brend û markeyên Urdinê li Hewlêrê kar dikin, herwaha di derbarê hemahengiya di navbera zanîngeha Selehedîn û zanîngeha Urdinê de hat gotûbêj kirin, piştre balhatkişandin li ser wê konferansa di dema borî de li Hewlêrê bi beşdariyeke zêde ya zanîngehên Urdinê hat li darxistin.

 

Basnews

Top