Amerîka piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike
![Amerîka piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240723144246_original_12.jpg )
Konsulê Giştî yê Amerîkayê piştevaniya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike û herwaha tekezî bi pêşvebirina danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê dike.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ragehadiye: “Îro 22 tîrmeha 2024ê me li Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran, pêşwaziya konsulê giştî yê Amerîka Mark Straw û şanda pêre li Hewlêrê kir.”
Amaje bi wê jî da, “Di hevdîtinê de li gel tekezî kirina li hemahengî û pêywendiyên Herêma Kurdistan û welatên yekbûyî yên Amerîkayê, danûstandin di derbarê pirsgirêkên navxweyî û pêşketinên dawî yên siyasî û pêşvebirina pêywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexda û lihevtêgiheştinên vê dawiyê bo çareser kirina di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de hatine kirin.”
Di ragehandinê de ev jî hatiye aşkera kirin: “Konsulê giştî yê Amerîkayê ji aliyê xwe ve dubare piştevaniya xwe wek Amerîka bo Hikûmeta Herêma Kurdistan tekez kiriye û pêşveçûnên danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê û berdewamiya diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera herdû aliyan bi rêya destûrê bi pêywîst zanî û bi sipasî behsa helwest û piştevaniya Amerîka bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.”
Basnews