• Thursday, 18 July 2024
logo

PDKê lîsteya berbijêrên xwe pêşkêşî Komisyona Hilbijartinan kir

PDKê lîsteya berbijêrên xwe pêşkêşî Komisyona Hilbijartinan kir

 Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro lîsteya berbijêrên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir.

PDKê îro 18.07.2024ê lîsteya berbijêrên xwe yên ji bo gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî her sê şaxên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê kir.

Li gor yasayên Komîsyonê, her lîsteyek ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibe, li her parêzgehekê dikare du qatan ji kursiyên xwe zêdetir pêşkêş bike, ji bo vê hilbijartinê jî, 190 berbijêrên PDKê hene.

Dabeşkirina berbijêrên PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê:

Hewlêr: 64 berbijêr
Duhok: 48 berbijêr
Silêmanî: 72 berbijêr
Helebçe: 6 berbijêr
Roja 20.05.2024ê, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji 100 kursiyan, 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên wek kota veqetand û hejmara kursiyên giştî kêm kir.

Dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan:

Hewlêr: 32 kursî
Silêmanî: 36 kursî
Duhok: 24 kursî
Helebçe: 3 kursî
(Bi tevahî: 95 kursî)

Dabeşkirina hejmara kursiyên kotayê li ser parêzgehan:

Hewlêr: 2 kursî
Silêmanî: 2 kursî
Duhok: 1 kursî
Helebçe: nîne
(Bi tevahî: 5 kursî)

Hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dê 20.10.2024ê bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê were lidarxistin.

 

Basnews

Top