• Thursday, 18 July 2024
logo

Aydin Marûf: Roleke baş a Serok Barzanî di vegerandina kursiyên kutayan de hebû

Aydin Marûf: Roleke baş a Serok Barzanî di vegerandina kursiyên kutayan de hebû

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkheteyan got: “Parvekirina pênc kursiyên kutayê li ser bingeha erdnîgarî û dabeşkirina wan li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê xelet bû û li ser bingehê hizbî ew kar hat kirin.”

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkheteyan Aydin Marûf di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Serok Barzanî roleke wî ya baş hebû di vegerandina 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji kutayan re.

Marûf got jî: “Dabeşkirina pênc kursiyên kutayê li ser bingehê erdnîgarî û dabeşkirina wan li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê xelet û li ser bingehê hizbî hatiye kirin.”

Wezîrê Karûbarê Pêkhateyan daxwaz kir ku hejmara kursiyan kutayê ji 5 heta 20 kursiyan were zêdekirin, da ku hemû pêkhateyên etnîkî û olî beşdarî hilbijartinan bibin.

Herwiha da zanîn, li parêzgeha Neynewayê gelek netew, pêkhate û ol hene, lê di rêveberiyan de pêkhate postên wan nîn in pirsgirêk di postên Encûmena Parêzgehê de jî heye.

K24

Top