• Thursday, 18 July 2024
logo

Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê kir

Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê kir

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji Konsulê Fransayê kir ku welatê wî di warê şerê li dijî terorê de di alîkariya Kurdistanê de berdewam be.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro 17.07.2024  pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê Yann Braem û şanda pê re kir.

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di hevdîtinê de ragehand: Amadebûna Serok Barzanî di merasima Cejna Nîştimanî ya Fransayê de tekezkirina xweşewîstî, hevxemî û hevpariya gelê Kurd û Fransayê ye.

Umêd Xoşnaw spasiya alîkariyên hikûmet û gelê Fransayê bo gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaza berdewamiya hevkariyên her du aliyan bo şerê li dijî terorîstan li navçeyê kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Fransayê li Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêşxistin û bihêzkirina têkeliyên dîrokî û dostane di navbera gelê Kurd û Fransayê kir.

Pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

 

Basnews

Top