• Thursday, 18 July 2024
logo

Sûdanî ji bo zelalkirina peywira parêzgarê Kerkûkê li gel aliyên siyasî yên Kerkûkê dicive

Sûdanî ji bo zelalkirina peywira parêzgarê Kerkûkê li gel aliyên siyasî yên Kerkûkê dicive

Biryare îro Serokwezîrê Iraqê careke din li gel aliyên siyasî yên serkeftiyên helbijartinên Kerkûkê bûn bicive û armanca civînê zelalkirina peywira parêzgarê Kerkûkê ye.

Îro 18.07.2024ê çapemeniya Iraqê belav kir ku biryare îro Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo zelalkirina peywira parêzgarê Kerkûkê li gel nûnerên aliyên siyasî yên Kerkûkê bicive.

Di vê çarçoveyê de endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê ji kanala El Erebî re ragehand, gotûbêjên aliyên siyasî ji bo zelalkirina peywira parêzgarê Kerkûkê berdewame.

Wî endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê diyar kir, îro aliyên siyasî yên Kerkûkê li gel Serokwezîrê Iraqê dê bicivin û armanca civînê zelalkirina peywira parêzgarê Kerkûkê ye.

Herwaha got, xuyaye di heyama kêmtirî mehekî de dê ev mijar zelal bibe.

Nêzîkî 7 mehane helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê hatiye kirin û ji wê demê heta naha heftiya borî yekem civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê birêve çû û heta naha jî aliyên serkeftiyên helbijartinê yên Kerkûkê li ser peywira parêzgarê Kerkûkê lihevnekirine û berî çend caran jî ji bo zelalkirina wê peywirên din ên parêzgehê Sûdanî li gel aliyên siyasî civiya bû.  

 

Basnews

Top