• Thursday, 18 July 2024
logo

Ji Ehmed Kanî bo Seidî Pîre: Dengên hatine windakirin bi gefxwarin û hêz bikaranînê nayên vegerandin

Ji Ehmed Kanî bo Seidî Pîre: Dengên hatine windakirin bi gefxwarin û hêz bikaranînê nayên vegerandin

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê bersiva berdevkê fermî yê YNKê da û got, helbijartinên pêş ên Parlamentoya Kurdistanê de wek hercar piraniya xelkê Kurdistanê dê deng û baweriyê bide PDKê, ji ber ew dîzayna ku ji bo berjewendiya YNKê hatibû danîn, hat hilweşandin û ew sextekariya ku YNKê di helbijartinên berê de dikir vê carê jê re nayê qebûl kirin.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre di daxuyaniya xwe ya dawiyê de bangeşeya wê yekê dikir ku helbijartina vê carê ya Parlamentoya Kurdistanê dê cuda be! Ew gotin jî wek amajeyek ji bo serkeftina partiya xwe ya di helbijartinê de dikir, lê li gor çavdêr dibêjin YNKê de gelek bask û grubên cuda derketine û ew partiye ketiye bin destê hejmarek beredayiyên siyasî û leşker û ti hêviyekî serkeftinê têde nayê dîtin.

Li hember gotinên Seidî Pîre, endamê Komîteya Navendî yê PDKê Ehmed Kanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Encamên helbijartinên vê carê yên Kurdistanê dê wek hercar piraniya xelkê Kurdistanê deng û baweriyê bide PDKê. Ji ber ku ew dîzayana ji bo partiya Seidî Ehmed Pîre hatibû danîn, hat hilweşandin û PDKê nehişt serbikeve. Herwaha PDKê nehişt ew tiştê ku di helbijartinên Parlamentoya Iraqê yên sala 2018ê de ji bo berjewendiya YNKê hate kirin bê dubare kirin. Vê carê di cîha sextekariya dengên xelkê Hewîce û Silêmanî û navçeyên din, dixwestin sextekariyê di dengên xelkê navçeyên din ên Kurdistanê de jî bikin.’’

Herwaha got: ‘’Di helbijartinên sala 2018ê yên Iraqê de, li gor hemû pîvanan nêzîkî 118 hezar deng li bajarê Silêmaniyê ji bo 6 berbijêrên YNKê hatin çêkirin û sextekarî ve bo wan hesibandin û ew birin Parlamentoya Iraqê, ev jî bi rêya sîstema hack û dîzayna pêşwext a helbijartinê ve hat kirin. Lê vê carê PDK çav vekirîtir bû, her zû ew dîzayn hilweşand û li her cîhekî sextekarî bê kirin, bi piştrastî dibêjim nayê qebûl kirin.’’

Ehmed Kanî diyar kir: ‘’Em wek PDK berdewam yekemê helbijartinê ne. Ew partiyane jî ku grub û bask jê cuda bûne, divê bitirsin. Ji ber ku dengên windakirî, bi belavkirina hêz û çavtirsandin û gefxwarina li endamên partiya xwe û ewên cuda bûne, ew deng navegerin.’’

 

Basnews

Top