CENTCOM: Di 6 mehan de 44 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
![CENTCOM: Di 6 mehan de 44 çekdarên DAIŞê hatin kuştin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240717130943_original_38.jpg )
Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Îraq û Sûriyeyê di 6 mehan de 44 çekdarên DAIŞê kuştine.
Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) amarên 6 mehan ên êrişên DAIŞê û operasyonên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li hemberî DAIŞê yên li Sûriye û Îraqê belav kirn.
CENETCOMê ragihanda ku hêzên Amerîkayê bi hevakriya artêşa Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) li Îraq, Rojava û Başûrê Kurdistanê 196 operasyon li hemberî DAIŞê pêk anîne.
Li gorî CENTCOMê di wan operasyonan de 44 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 166 çekdar jî hatine girtin.
Herwiha ji wan 137 operasyon li Îraq û Başûrê Kurdistanê operasyon hatine kirin û di wan de 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 74 çekdar jî hatine girtin.
Li Sûriye û Rojava 59 operasyon
Li aliyê din, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 59 operasyon li hemberî DAIŞê hatine kirin, di encamê de 14 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 92 çekdar jî hatine desteserkirin.
CENTCOMê da zanîn ku ji wan 8 kesên hatine kuştin û 32 kesên hatine desteserkirin berpirsên DAIŞê bûne.
2 hezar û 500 çekdarên DAIŞê hene
Herwiha CENTCOMê diyar kir ku DAIŞê jî li Îraq û Sûriyeyê 153 caran êriş pêk aniye.
CENTCOMê amaje bi wê yekê kir ku li Îraq û Sûriyeyê nêzikî 2 hezar û 500 çekdarên DAIŞê hene û ji bo têkbirina DAIŞê dê operasyonên wan berdewam bikin.
Li kampên Roj û Holê 43 hezar endamên malbatên DAIŞê mane
Li gorî Fermandariya Navendî ya Amarîkayê li kampên Roj û Holê yên Rojavayê Kurdistanê nêzikî 43 hezar endamên malbatên DAIŞê hene.
Rudaw