• Wednesday, 17 July 2024
logo

Çalakvaneke Silêmaniyê: Divê YNK êdî tewan û karên terorîstî yên PKKê neveşêre

Çalakvaneke Silêmaniyê: Divê YNK êdî tewan û karên terorîstî yên PKKê neveşêre

 Roja 15.07.2024ê otomobîla berpirsê baskê 22 yê Germiyanê yê PDKê Ekrem Salih hate teqandin û ew li gel 4 parêzvanên xwe di otomobîlê de bûn û bi awayekî ecêb bi sivikî birîndar bûn û rizgar bûn û ti ziyaneke canî di bûyerê de pêknehat. Çalakvaneke Silêmaniyê jî dibêje, divê YNKê rê li wan kiryarên terorîstî yên PKKê bigre û êdî karê terorîstî û tewanên wê neveşêre.

Çalakvanê siyasî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê Serheng Mam Enwer ji BasNewsê re ragehand, teqandina otomobîla berpirsê baskê Germiyanê yê PDKê ji aliyê PKKê ve karekî terorîstî yê metirsîdare û pêwîste saziyên ewlehiya YNKê hemû encamderên wê kiryara terorîstî bibînin û radestî dadgehê bikin.

Herwaha got: ‘’Mixabin çekdarên PKKê berdewam li sînorê parêzgeha Silêmaniyê karê têkdanê dikin. Ev jî pirseke cîdî çêdike û pêwîste YNK bersiveke baweriyê ji xelkê Kurdistanê re bide. Yan jî bi kiryar rêgiriyê li wan kiryarên terorîstî yên PKKê bike, ji ber di dawiyê de grubeke wek PKKê serêşiyeke mezin ji bo YNKê jî dê çêbike. Berî ku xelkê Kurdistanê zêdetir rastî serêşiyan bên nabe wan kiryarên PKKê yên terorîstî veşêre û ew ne di berjewendiya ti kesekî de ye.’’

Serheng Mam Enwer amaje bi wê yekê jî kir, demeke zû de ye li sînorê parêzgeha Silêmaniyê aramî nemaye, her çi dosyayekî terorê hebe heye, lê ji aliyê din ve li wî sînorî li herderê kamerayên çavdêriyê hene û girêdayîne bi saziyên ewlehiyê ve.

Navborî got: ‘’Salek û mehek berî naha jî ew gruba terorîstî rastî min jî hat û ji aliyê matorsiwarekî ve di dema ez rê de diçûm ji bo ser peywira xwe li min nêzîk bû û 8 gule li min dan. Mixabin heta naha ew kesê terorîst nehatiye girtin. Tişta mirov ecêb dimîne û cîhê gumanê ye veşartî mayîna wan kesên bikirên wan bûyeran hêzên ewlehiyê bixwe li pişt in û ev yek gumaneke mezin ji bo parastina can û malê hemwelatiyan çêkiriye.’’

Serheng Mam Enwer got: ‘’Rêkeftineke bi guman di navbera YNK û PKKê de heye û wê jî pirsgirêkekî mezin ji bo Silêmaniyê ava kiriye.

 

 

Basnews

Top