Çiro bi jehra mişkan hevserê xwe kuşt
Çiro bi neçarî vedigere Silêmaniyê: "Min xwest biçim mala bavê xwe û wê şevê li wir bim, lê dema min telefona wan kir ew jî çûbûn serdanekê." Çiro demjimêr 4ê êvara 22ê Kanûna 2010’an vedigere mala xwe û bextreşî jî ji wir destpê dike: “Deriyê hewşê vekirî bû û gava min xwest bi kilîtê deriyê hundir jî vekim, min dît ku vekirî ye û ez şaş mam, dûyê çigareyan jî hebû, tevî ku Feryad ji ber zarokan qet cigare li hundir nedikişandin, dû re dengê jinekê hat."
Çiro di cih de diçe odeya ku dengê jinê jê dihat: "Feryad û jineke Ereb tazî bûn li ser textê ku min û Feryad berî şeş salan bihev re kirrî bû. Ez matmayî mam û min li Feryad nerî, jinika Ereb jî daxwaza pereyan kir. Feryad jî ji bo ku xwe paqij bide xuyakirin li ber çavê min lê hêrs bû û ew derxist derve." Çiro gava dibîne mêrê wê xayintiyê lê dike, hemû evîna wan a berê jibîr dike. Feryad dest bi girî û lavijan dike ku Çiro lê bibore û ew jî wiha jê re dibêje: "Eger ev cara yekem be li te diborim lê dema min Quran anî ji bo ku sund bixwe ev cara yekem e wisa dike, wî sûnd nexwar."
Gava Feryar amade nabe sûnd bixwe, Çiro fam dike ku berê jî xayintî lê kiriye, loma di dilê xwe de biryar dide wê şevê bike şeva dawî ya temenê mêrê xwe. Ew roj bîranîna jidayikbûna kurê wan ê mezin e. Çiro mêrê xwe dişîne sûkê da ku şêranî bikire: "Min got başe êdî dubare neke, here ji sûkê şêranî bikire." Dema Feryad tê û ahengeke xweş saz dikin, Çiro jehra mişkan tevî çayê dike û dide Feryad: "Jehra mişkan li mala me hebû, min sê çayên jehrkirî pê dan vexwarin, pişt re min deriyê odeya razanê lê girt."
Çiro herdu zarokên xwe dibe û diçe mala cîranan, piştî du demjimêrên tije dudilî û tirs her çiqasî dixwaze lê nikare tenê biçe: "Ez tirsam min got eger ne miribe wê min bikuje û eger mirî jî be jê ditirsim. Min ji cîranê xwe re got elektrîka me kontakt dike, were berê xwe bidiyê." Dema bi hev re digihin hundir û Feryad dibîne, Çiro dike hawar û girî. Li nexweşxaneyê pizîş dibên ku Feryad jehr xwariye. Çiro dibêje bi rêya pismamekî Feryad eşkere bû ku destê min tê de hebû: "Ji ber berê ji pismamê xwe re gotibû pirsgirêkek wisa qewimiye."
Çiro niha li zindanê ye, hê dadgehkirina wê xilas nebûye û li benda biryara dadgehê ye. Herdu zarokên wê jî li mala bavê mêrê wê, bêyî dê û bav, dijîn. Nikare zarokên xwe jî bibîne, mala xezûrê wê nahêle. Çiro ji ber jineke Ereb her tişt ji dest da: "Şevekê berî çûna min bo Erbet, min xewneke pir nexweş dît. Di xewna min de, mala me bi ser min de hildiweşiya. Ne poşman im ku min Feryad kuşt, xwezî min ew parçe parçe bikira ne ku wisa bi aramî bimira."
Rojnama Rûdaw