• Friday, 03 May 2024
logo

Kempa Penaberên Kurdên Rojava û Jiyan Li Bin Çadiran

Gulan Media September 18, 2012 Raport
Kempa Penaberên Kurdên Rojava û Jiyan Li Bin Çadiran
Li gel têkçûna rewşa navxwe ya Sûriya û reftara hovane ya rejîma Essed, her diçe jimara ew welatiyên sivîl ku dibine qurbanî hêriş û topbarana leşkerê Sûriya rû li zêdebûnê dike, ji aliykî din ve xerapiya jiyan û rewşa welatiyan karesateke dine rastî wan hatiye, ev rûdan û barûdoxe bûye egerê ku di heyamê 18 mehên borî de hejmareka zor ji welatiyên Sûriya welatê xwe berdin û wek penaber berê xwe bidin (Turkiya û Ordin û Libnan û Iraqê), ku rêxistina neteweyên yekgirtî hejmara wan bi 2 milyon penaber texmîn dike, beşek ji wan penaberan ku piraniya wan kurdin berê xwe dane Herêma Kurdistanê, rêveberiya koçûkoçbera ya parêzgeha Duhokê jimara wan zêdetir ji 23 hezar kes datîne û ji wê jimarê jî 13 hezar kes li kempa Domîz dimînin, tê çaverêkirin jî tev zêdebûna jimara ew kesên wek penaber berê xwe didin kempê ku rojane bi 1000 kes tê texmûn kirin rewşa penaberên vê kempê berev xerabûnê ve here, ev di demekê deye ku rêxistin û ajansên nêvdewletî li gor pêwîst û bi hevberkirin li gel kempên din li welatên din çav nedaye vê kempê ev e li wêra he hikûmeta Ordin daxwaza 900 milyon dolar wek harîkariya diravî kiriye, weku piştevanî û agahdariyek ji rewşa penabera.

Kovara Gulan seredana penaberên Kurdên Sûriyê yên li kempa Domîz kir ji bilî sipasî û destxweşiya wan bû welatiyên Kurdistan û serkirdatiya siyasî lê belê daxwaziyên wan jî hebûn em ê di vê raportê de belavbikin.

Tev hebûna kêmûkasî û gile û gazindan ku ji ber piştguhxistin rêxistinên nêvdewletî rastê hatine, penaberên Kurdên Sûriya yên li kempa Domîz dimînin bas li giringî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, paş seredana cenabê serokê Herêma Kurdistanê bo kempa wan ku paş wê seredanê peydakirina pêdiviyatiyan baştir bûye û pirtir kar ji bo kempê tê kirin, di vê barê de Hanî Mehmûd ku yeke ji penaberên kempê dibêje: (seredana cenabê serok Barzanî em dilxweş kirin û ji nêzîk ve çav bi kêmûkasiya û giriftên me ket û biryar da bi zûtirîn dem kêşên kempê çareserbike û Herêma Kurdistanê bi mala me da naskirin û tekez li ser hevkarî û piştevaniya temama penaberan kir, bi vê çendê jî serokê herêmê diyar kir ku ew xemxwer û piştevanê miletê kurd e li her kîderê be). Mihemed Şerîf jî ku welatiyekê kurdê Sûriya ye û bi mêvandarî seredana penaberên kempê kiriye got: (helêsta deshelata siyasiya Kurdistan û hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybet serokê Herêmê bi mezin zane).

Rewşa Sûriyê berev xerabiyê ve ye

Li gel berdewamiya tunûtîjiyê û mana rejîma Beis welatiyên kurd li rojavayê Kurdistanê bi dudulî temaşey ew aramiya ku niha li navçeyên kurdî heye dikin, hîrişên Beşar Essed yên derbarê bikaranîna çekên kîmawî pirtir bûye egerê zêdebûna penaberan, Hanî Mihemed ku xelkê Qamişlo ye û niha li kempa Domîz dimîne bas li wê dike ku rewşa Sûriyê cihê jiyanê têda nemaye lewra wan biryar dan ku koç bikin bo Herêma kurdistanê, niha li vir em hest bi hêminî û aramiyê dikin, Meşan Ebdula welatiykê rojavayê Kurdistanê ye ew wiha dibîne ku rewş li Sûriyê berev xerabûnê ve dere, Meşan sebaret bi rewşa rûniştvanên nav kempa Domîz got: (derbarê av û elektrîk xizmetên destpêkî karekî baş ji me re li nav kempê hatiye kirin, lê belê heger xwedê neke ev rejîma hovane hilneweşe ta bi zistanê li wê demê me pêwîstî bi qîrkirin kolanên nav kempê heye..), Heyfa ku jineka li nav kempê ye jiyana penaberî jê re baştir bû ku li nav Sûriya bi destê rejîma Beis bimre, Ehmed Temo jî ku xelkê Qamişlo ye got: (metirsiyên rejîma Essed roj bi roj zêdetire û geheştiye qonaxa kuştina bi kom..). Hecî Ebas jî di vê derbarê de gotÊ (ez ji navça Dîrîk ya ser bi Qamişlo ve hatime kempê ji ber ku min nexwest li pêş çavên xwe û xêzan û zarok û mirovên xwe bibînim ku tên kuştin û serjêkirin). Mihemed Ismaîl jî di vê derbarê de got: (her çende jiyan li nav çadir û kempa penaberan neçariye û ji aliyê xizmetguzarî ve kêmûkasî hene, belê ji jiyana tirs û kuştinê baştire, lewra me welatê xwe yê duyê helbijart ku herêma Kurdistanê ye).

Ji aliyekî din ve û sebaret bi rewşa tendirustî li nav kempê, Mihemed Ibrahîm got: (rewşa tendirustiya zarokên me ne baş e û nexweşî ketiye nav wan, ew navenda tendirustî ku ji bo kempê hatiye danîn nikare hemû vejotin û çareseriyekê ji bo me encam bide û bijîşkên baş tunene herweha her dermanek jî tuneye, ev di demekê de ku li vê kempê hejmarek zor a penaberan lê dimînin û pêdivî bi nexweşxane û bijîşkên pispor û karmendên tendirustî yên pispor heye), hevdem Heyat Xan wiha didît ku rewşa kempê bi hevberkirin bi destpêka danînê re berev xerabtir ve çûye, çûnkî jmara penaberan zêde bûye û rêxistinên nêvdewletî jî li gor pêdivî giringî nedane kempê û çendîn zarok jî bi nexweşiya kêm xwerin û vereşîn û zikçûnê ketine.

Sebaret bi biwarê perwerdê jî penaberên kurd li nav kempa Domîz daxwaza peydakirina dibistanan bo zarokên xwe dikin daku ji xwendinê veneqetin, jimara ew penaberên ku jiyê wan navbera 6 ta 18 sal de ye pirin lewra pir ji ew penaberên em li gel axftine daxwaz ji Hikûmeta Herêma kurdistanê kirin ku li gor pêwîstiya wan qunaxên xwendinê li kempê vekin û mamostayan peydabikin, ta demê rejîma Beşar Essed hildweşe û rewş carek din aram dibe, di vê barê de Mişan Ebdulah daxwaz kir ew penaberên qunaxa dawiyê temam kirine li zanîngehên herêmê bi taybet li zanîngeha Duhokê bên wergirtin.

Rojane 1000 penaber li kempa Domîz zêde dibin

Ew penaberên kurdê Sûriya ku li kempa Domîz dimînin tevî destxweşiya wan bo rêveberiya Herêma Kurdistanê beramber dabînkirina av û elektrîk û navendên tendirustî û xwerin û pêwistiyan, belê ji ber ku jimara wan berev zêdebûnê ve çûye lewra daxwazî û pêdiviya wan jî zêdebûne, sebaret bi pêdivî û daxweziyên wan Mişan Ebdulah got: (li kempê hemû xizmetguzariyên destpêkî ji av û elektrîk û pêdiviyatî û navendên tendirustî û çendîn xizmetên din ji bo me hatine dabînkirin bo nimûne elektrîk berdewam heye û 24 demjmêran navenda tendirustê vekiriye, belê rê û kolanîn kempê ne baş in ji bo werzê zivistanê em ê biwestin), derbarê peydakirina cihê vemanê jî li nav kempê Hanî Mihemed got: (pêwîste aliyên rêvebiriya kempê lezê bike bo peydakirina cihê vemanê û kelûpelan û pêdiviyatiyên xewkirn û amûrên hênikirin û germkirinê), sebaret bi biwarê tendirustî jî Şanaz Necmedîn got: ( em hêvîdarin ji alyên berpirsyar ji tendirustiyê ve hewlên zêdetir bidin bo çavdêriya tendirustiya zarokan û danomran li nav kempê daku rê li pêketin û belavbûna nexweşiyan bê girtin, çûnkî bi giştî rewşa tendirustî ya nav kempê berev xerabî û ne tendirustiyê ve diçe..). ji aliyekî din ve hejmarek ji ew penaberên nû hatine li jêr çadirekê de dimînin û kêmtirîn pêdawîstî bo wan hatiye dabînkirin lewra daxwazê ji rêveberiya kempê dikin ku bilez çareseriya kêş û giriftên nav kempê bikin.

Hikûmeta herêmê ta niha nêzî 8 milyar Dînar xerckirine

Mihemed Ebdulah rêveberê rêveberiya koç û koçberanan li parêzgeha Duhokê di bersiva hin pirsan li ser hatina penaberên Kurdên rojava bo Duhokê û çawaniya pêşwazîkirin û akincîkirina wan û hevkarîkirina wan li kempa Domîz got: ( li destpa hatina penaberan ji bo pêdiviyên seretayê ji aliyê parêzgeha Duhokê ve nîv Milyar dînat hatdayîn, herwesa ji bo dabînkirina pêdiviyên wan penaberan şendîn rêkxirawên nêvneteweyî û navxweyî û xwedî kompanî û kesatiyên navdarên deverê hevkarîkirin, herdîsan ji aliyê HHK ê ve ji bo mehên 5 6 7 ên îsal du û nêv milyar Dînar hatin terxankirin, bigiştî ta niha 8 milyar Dînar ji bo kar û pêdiviyên penaberan ji Aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine mezaxtin.

Ew karên ku ta niha ji kempa Domîz ra pêkhatîn sê bîrên ava vexwarnê û tura belavkirina avê û belavkirina avê bi tankeran û dirustkirina cadeyan û dabînkirina karebê berna me heye jî ku berê hatina zistanê kulanên kempê jî werin qêrkirin, herwesa tev hatina werzê xwandinê perwerda Duhokê xwûndingehek li kempê vekiriye, ji aliyê saxlemî ve jî bingehekê saxlemiyê 24 demjimêrî ji Kempê re hatiye vekirin ku stavekê bispor têda kardikin, herwesa her malbatekê penaber yan her kesekê li gor pêdiviya xwe keristên pêdivî û yên xwarnê ji cem me birîne, li vir dixwazim bêjim ji bo werzê zistanê pêivîye hind tiştên din jî werin kirin daku jiyana van penaberan bi taybet ji aliyê saxlemî ve were parastin, lewre gereke li gor pêdiviya vê kempê budceyek jêra were terxankirin, ji aliyekê din ve xizmetkirina bi hezaran penaberan û zêdebûna vanpenaberan li ser milên Duhokê bi tinê karekê girane, lewre ji parêzgehên din yên Kurdistanê dixwazin bila kempan ji penaberên Suryê re dirustbikin, ta niha li parêzgehên din yên Kurdistanê çi ji van penaberan re nehatiye kirin, tenê heyhetek parêzgeha Silêmaniyê bi serperiştiya qaymiqamê navendiyê Silêmaniyê seredana penaberankir lê ta niha şi hevkarî ji aliyê wê heyhetê û parêzgeha Silêmaniyê ve ji bo vê kempê nehatin dayin.

Herwesa hitina Cenabê Serokê herêma Kurdiatnê bo kempa Domîz giring bû, hatina berêzî pitir ji bo haydarbûn li ser rewşa penaberan bû û dîtina çewaniya hevkarî û xizmetkirina wan bû, di seredana xweda berêz Barzanî ragehan ku herteştê pêdivî û dişiyan de dê ji wan re were kirin, herêma Kurdistanê mala wane û ew ne mêvanin belkû li mala xwene, wê seredanê piştgêriya temam Kurdistanê ji wan re tekezkir û ev seredane jî ji bo penaberan tiştek pir dilxweşker bû û xweşiyek mezin daye wan.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top