• Wednesday, 17 July 2024
logo

Îraq dişewite: Li 7 parêzgehan betlane hat ragihandin

Îraq dişewite: Li 7 parêzgehan betlane hat ragihandin

Pêleke germayê parêzgehên başûrê Îraqê girtiye û ji ber germê sibehê li 7 parêzgehan betlaneya fermî hat ragihandin.

Birêveberiya Keşnasî û Erdhejan a Îraqê diyar kir ku dê li gelek parêzgehên naverast û başûrê Îraqê pileya germê bibe 50 û  li hin cihan ji pileya germê bi ser 50î bikeve.

Parêzgarê Dîwaniyeyê Ebas Zamilî ji ber germayê biryar da sibehê hemû birêveberiyên fermî bên girtin.

Li gorî daxuaniya Ebas Zamilî ew biryar li ser biryara Serokwezîrî Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatiye standin.

Parêzgarê Mîsanê Hebîb Fertusî jî biryar stand sibehê hemû birêveberiyên fermî bên girtin.

Her wiha parêzgarên Zîqar, Musenna, Wast û Nînowayê jî biryar standine sibehê birêveberiyên fermî bên girtin.

 Divê were gotin ku ji ber germaya zêde ji 7ê Tîrmehê ve li parêzgeha Besrayê jî betlane hatiye ragihandin.

Berdevkê Birêveberiya Keşnasî û Erdhejên Îraqê Amir Cabrî ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku dê pileya germê li başûr û naverasta Îraqê bibe 50 pile û li hin cihan ji 50î pileyî zêdetir bibe.

Amir Cabrî amaje bi wê yekê kir ku ev e duyem pileya germê ye ku bandorê li Îraqê dike.

Cabrî bang li xelkê kir ku eger neçar nebin dernekevin ji derve û xwe ji tîşkên rojê biparêzin.

Tê çaverêkirin pileya germayê li parêzgehên Babil, Wast, Necef, Dîwaniye, Mîsan, Nasiriye, Besra û Musennayê bibe 50î pile.

Her wiha dê pileya germayê li parêzgehên wekî Kerbela, Bexda û Diyaleyê 49 be û le Selahedîn û Enbarê jî 48 pile be.

 Roja înê jî dê pileya germê bibe 51 û li parêzgehên wekî Mîsan, Nasiriye û Musennayê jî pileya germê 50 be.

 

Rudaw

Top