• Monday, 08 July 2024
logo

Eyad Elawî: Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan bû

Eyad Elawî: Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan bû

Serokwezîrê berê yê Îraqê taybet ji K24ê re dibêje, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê helwesta Îraqiyan li beranberî doza Kurdan heta radeyekî zêde kir yek.”

Serokwezîrê berê yê Îraqê Eyad Elawî di hevpeyvînekê de ji K24ê re eşkere kir, “Piştî serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê, ez bi wî re axiftim û wî ji min re got ku ji encamên civînên xwe yên bi berpirsên Îraqê re razî ye.”

Eyad Elawî herwesa got, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê rengvedana xwesteka wî ye ji bo peydakirina çareseriyan, ne ku çêkirina arêşyena, ji ber ku kesatiya Serok Barzanî wesa ye, hez ji zimanê gefan nake.”

Navbirî amaje jî da, “Kesatiya Serok Barzanî wesa ye, hez ji peydakirina çareseriyan dike.” Herwesa tekez kir, “Serdana wî helwesta Îraqiyan li beranberî doza Kurdan heta radeyekî zêde kir yek.”

Serokwezîrê berê yê Îraqê ron jî kir, “Serok Barzanî li Bexdayê ji min re got: Ez ji encamê civînan razî me. Ev jî nîşana wê yekê ye ku ew li çareseriyan digere, ne ku li arêşeyan. Herwesa Serok Barzanî berdewam kesekî serxwe ye. Ez herdem bi Serok Barzanî re me û piştevaniya wî dikim.”

 

K24

Top