• Monday, 08 July 2024
logo

Rojnameya El-Erebiye El-Cedîd: Erebên Sune bi destpêşxeriya Barzanî li ser posta serokatiya parlamentoyê li hev kirine

Rojnameya El-Erebiye El-Cedîd: Erebên Sune bi destpêşxeriya Barzanî li ser posta serokatiya parlamentoyê li hev kirine

Li gor hin medyayên erebî, di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê û civînên li gel rêveber û aliyên erebên sune de, Serok Barzanî navbeynkarî ji bo diyarkirina posta serokatiya parlamentoya Iraqê kir û aliyan li ser proje û destpêşxeriya Barzanî li hev kirin.

Nêzîkî  8 mehane ku mijara destnîşankirina kesekî ji bo posta serokê parlamentoya Iraqê, piştî dûrxistina Mihemed Helbûsî a bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê, di navbera aliyên erebên sune de alozî derxistiye, lê di vê serdanê de li gor raporteke rojnameya El-Erebiye El-Cedîd, Serok Barzanî girêya kor a di navbera wan de vekiriye.

Li gor adetên li Iraqê, piştî rûxandina rejîma dîktator a Sedam Husên a di sala 2003ê de, posta serokê parlamentoya Iraqê ket destê partiyên erebên sune, postê serokwezîriyê ji bo partiyên ereb ên şîe û postê serokomariyê a Iraqê jî ket destê kurdan.

Di vê derbarê de parlamenterekî Erebê Sune  yê binavê Wefa Mihemed Kerîm ragehand: “Serok Barzanî di serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Bexdayê û civînên li gel serkirdeyên Erebên Sune, navbeynkarî ji bo çareserkirina nakokiyên navxweyî yên Erebên Sune yên derbarê hilbijartina kesekî bo Serokê Parlamentoyê kir û ji bo wê jî destpêşxeriyek pêşkêşî wan kir ku piştevanî û pêşwazîkirin lê hat kirin.”

Wî parlamenterî di derbarê destpêşxeriyê de amaje bi wê daye: “Destpêşxeriya Barzanî ewe bûye heta ku tê kirin li ser kesekî li hev bikin bo wergirtina wê postê, lê eger ew nehat kirin, divê berbijêrekî hêzên siyasî yên Suneyan, heryek ji Salim Elîsawî û Mehmûd Elmeşhedanî biçine nav proseya helbijartinê a li destpêka dema nû a yasadana parlametoya Iraqê, her kesekî ku di dema yekem de dengên herî kêm anî, di berjewendiya yê ku dengê herî zêde aniye vekişe û Ev destpêşxerî ji aliyê aliyên Erebên Sune û herwiha çarçoveya hemahengiya Erebên Şîe ve hatiye pêşwazîkirin.”

Lêkolerê siyasî Mihemed Elî Hekîm jî ji aliyê xwe ve bo El-Erebiye El-Cedîd piştrast kiriye ku bandoreke mezin a Serok Mesûd Barzanî, li ser hêzên siyasî yên Sune heye û  destpêşxeriya wî dibe ku nakokiyên wan ên li ser posta serokê parlamentoyê bi dawî bike.

Hêjayî gotinê ye ku parlamentoya Iraqê 5 car li ser yek ji çareserkirina wê pirsgirêkê serkeftî nebûye, eve jî ji ber wê dabeşbûnê a di navbera aliyê siyasî de bûye, ku heryek ji wan piştevaniya yek ji berbijêrên wê postê kirine.

 

Basnews

Top