• Monday, 08 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Ez ji her kesî zêdetir xema çêkirina bendavan da me

Mesrûr Barzanî: Ez ji her kesî zêdetir xema çêkirina bendavan da me

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî ragehand, Me hewleke mezin daye ji bo avakirina çendîn bend û hewzên navîn û biçûk li seranserê Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî di derbarê çêkirina bendavan de di dema gotûbêja xelkê a li gel Serokwezîr de got, ‘’Em gelek li gel wêne ku li seranserê Kurdistanê bendav bên çêkirin. Bendav hindek car erdnîgarî û topografiya herêmê tehekumê di wê de dike ku bendav li kur çêbibe, divê av hebe yan ava baranî bê kom kirin, me hewildaneke mezin daye, çendîn bendavên navîn û biçûk û hewzan li seraserê Kurdistanê çêbikin, gelek jî hatine çêkirin, gelek jî di bernamê de ne ku bên çêkirin. "Di bernameyê de çar bendavên mezin hene. Me hewl da ku bi hikûmeta federal re fînanse bikin, ji ber ku ji bo avakirina 4 bendavên din li Kurdistanê, di nav wan de Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê, gelek pere pêwîst e."

Herwaha got: "Dibe ku hin ji van bendav û hewzan demsalî û piçûk bin, lê dîsa jî pir bikêr in, ji ber ku dikarin alîkariya avên binê erdê bikin, ji bo çandiniyê werin bikar anîn, carinan ji bo geştiyariyê werin bikar anîn. Em dikarin avên binê erdê bikar bînin û van bendavan çêbikin."

Herwaha ragehand: “Em ê hewl bidin ku bi alîkariya Xwedê rêyan çêbikin. Ji aliyekî ve em ê mûçeyan temam bikin da ku em hinekî vejînê bidin aboriya xwe. “Em ê her tiştên ku hene dîsa bidin xizmeta we, li ser rêyan, li nexweşxaneyan, li dibistanan. Bi îzna Xwedê em ê hemûyan ji bo we xerc bikin.

 

 

Basnews

Top