• Monday, 08 July 2024
logo

Nazim Herkî: YNK sedema sepandina biryara neqanûnî ya Civata Parêzgeha Neynawayê bû

Nazim Herkî: YNK sedema sepandina biryara neqanûnî ya Civata Parêzgeha Neynawayê bû

Berpirsê Liqa 17ê ya PDKê radigehîne, “YNKê li Civata Parêzgeha Neynawayê firaksiyon nîne ji ber ku her du kursiyên xwe dane destê Reyan Kildanî.” Navbirî tekez jî kir, “YNK sedema serekî ya jêkvebûna Civata Parêzgeha Neynawayê bû.”

Berpirsê Liqa 17ê ya PDKê Nazim Herkî taybet ji K24ê re got, “Biryarên rûniştina roja 02ê vê mehê ya Civata Parêzgeha Neynawayê neqanûnî û nedestûrî bûn, herwesa ji bo wê parêzgehê destpêkeke xirab e ku dibe jêkvebûna civatê.”

Nazim Herkî amaje jî da, “Li destpêka hilbijartin û damezrandina Civata Parêzgeha Neynawayê, endam û parêzgeha Neynawayê bi lihevkirin hatin hilbijartin. Herwesa lihevkirin li ser hemî postan hatibû kirin, lê mixabin tûniştina vê carê, bê ku li destpêkê xişteyê bernameya karî bê belavkirin, hat kirin.”

Navbirî ron jî kir, “Civata Wezîrên Îraqê biryara rawestandina tevaya biryarên Civata Parêzgeha Neynawayê da ji ber ku neqanûnî bûn. Herwesa ji bo guhertina qayimqam û birêveberên her nahiyeyekê, pêdivî ye li destpêkê deriyê xwekandîdkirinê bê vekirin û lijneyek bê pêkanîn û CV bên wergirtin.”

Berpirsê Liqa 17ê ya PDKê di derheqa YNKê de jî got, “YNKê li Civata Parêzgeha Neynawayê firaksiyon nîne ji ber ku her du kursiyên xwe dane destê Reyan Kildanî.” Navbirî tekez jî kir, “YNK sedema serekî ya jêkvebûna Civata Parêzgeha Neynawayê bû.”

Civata Parêzgeha Neynawayê li roja 02.07.2024ê bê berhevbûna her du firaksiyonên PDKê û Hevpeymaniya Neynawa Muwehedeyê, ku ew her du firaksiyon xwediyên 13 kursiyên wê civatê ne, biryar da guhertinan di postên heft qayimqam û 13 birêveberên nahiyeyan li sinorê parêzgeha Neynawayê bikin.

 

K24

Top