• Monday, 06 May 2024
logo

Daykek destê keça xwe ya 2 salî dibire

Daykek destê keça xwe ya 2 salî dibire
Duhî berî nîvro li taxê Kêwereş li bajarê Raniye yê bi ser parêzgeha Silêmaniyê, daykekê destê keça xwe ya 2 salî birî.

Hisên Muhemed bavê (Derya Muhemed) ew keça 2 salî, ji malpera xendan re ragehand: piraniya kes û karên hevjîna min enfalkirîne û ji ber vê çendê barê derûniya wê ne temame, lewre ez berevaniyê jê dikim û dewa yasayî li ser tomar nakim, çûnkî bar wê yê derûnî ne cêgîre.

Bavê Deryayê emaje bi wê çendê jî kir ku ta niha ew nizanin egerê birîna destê zarokî ji çiye, belê barê tendirustî ya yê keçkê niha arame û li nexweşxanê li jêr çavdêriyê ye û ta niha 2 botil xwîn berdane laşê wê.
Top