• Monday, 08 July 2024
logo

Vegera Îraqiyan ji kempa Holê berdewame

Vegera Îraqiyan ji kempa Holê berdewame

150 malbetên din bo Îraqê hatine vegerandin.

Çapemeniya Îraqî li ser zarê rayedarên ewlekarî yên Îraqê belav kiriye ku, di çarçoveya hewldanên aliyên têkildar yên Îraqê de bo vegerandina malbetên Îraqî yên di nava kempa Hol ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, 150 malbetên din yên Îraqî ji vê kempa han vegeriyane Îraqê.

Çavkaniyên han diyar kiriye ku, hijmara wan kesên ku, di nava wan 150 malbetan dene nêzî hezar kese û li kempa Cedea ya li parêzgeha Nînovayê hatine bicîhkirin.

Top