• Monday, 08 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li misilmanan dike

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li misilmanan dike

Îro yekê Muherem û sersala nû ya Koçiye.

Bi minasebeta hatina sersala nû ya Koçî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kiriye.

Serokê herêmê hêvî kiriye ku, sala nû ya Koçî bo tevahiya aliyan sala serkeftin, xweşî û kameraniyê be û aramî li gel xwe de bo tevahiya aliyan bîne.

Serokê herêmê herwiha nivîsandiye; Bila vê minasebeta han bikin weke derfetek bo pêşde birina çanda hev û du qebûlkirin, bihevre jiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî û tevahiya me bi hevre bi hevbeşî xizmeteke zêdetir bi gel û welat bikin.

Top