• Monday, 08 July 2024
logo

Li Fransayê rojeke dîrokî ye: Xelk diçe ser sindoqan

Li Fransayê rojeke dîrokî ye: Xelk diçe ser sindoqan

Li Fransayê xelk ji bo diyarkirina çarenivîsa welatê xwe diçe ser sindoqan.

Hilbijartinan saet 08:00an (li gorî dema Fransayê) dest pê kir û dê saet 18:00an biqedin lê dê li bajarên mezin ên wekî Parisê dengdan heta saet 20:00î berdewam bike.

Gera yekem a hilbijartinan 30ê Hezîranê hat kirin û rastgirên fanatîk bi rêjeyeke derdora ji sedî 33yan bûn yekemîn.

Li Fransayê rastgirên tund bi rêberiya Jordan Bardella û Marine Le Penê bi hemû partiyên din ên siyasî yên Fransayê re hevrikiyê dikin.

Ji partiya Serokê Fransayê Emmanue Macron bigire heta partiyên siyasî yên herî çepgir ên Fransayê, bi hev re hewl didin ku nehêlin rastgirên tund piraniya parlamentoyê bi dest bixin.

Ev hilbijartin ji ber vê têkoşîn û hevkiriya dijwar a rastgir û çepgiran ji yên beriya xwe cudatir û girîngtir in.

Gera yekem a hilbijartinan bi serkeftina rastgiran bi dawî bûbû îro hêviya çepgiran ew e ku çarenivîsa wan bi nekeve destên rastgirên tundrev.

Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê ji 577 kursiyan pêk tê.

76 parlamenter di gera yekem a hilbijartinan de hatin hilbijartin û 501 parlamenterên mayî dê îro bên hilbijartin.

Ji wan 76 parlamenteran 39 ên rastgirên fanatîk, 32 yên tifaqa çepgiran, 2 yên tifaqa Macron û 3 jî yên partiyên din ên rastgir bûn.

Emmanuel Macron piştî van encamên gera yekem ji bo ku rê li ber serkeftina rastgiran bigire tifaqek ava kir.

Di çarçoveya vê tifaqê de 200 namzed vekişiyan da ku rayên çepgiran dabeş nebin û neçin ji rastgiran re.

Li gorî anketan ev tifaqa Macron bi kêr hatiye û dê serkeftina gera yekem a rastgiran ducare nebe.

Nifûsa Fransayê derdora 68 milyon û 400 hezar kesî ye û mafê dengdanê yê 49,5 milyon kesan heye.

Parlamenterê ku bên hilbijartin dê 5 salan milet temsîl bikin.

Li Fransayê bi taybetî jî li Parisa ku di navbera rastgir û çepgiran de bûye qadeke germ a têkoşînê tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.

 

Rudaw

Top