• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Muglayê nijadperestan êrişî 4 Kurdan kir, dest û lingên wan şikandin

Li Muglayê nijadperestan êrişî 4 Kurdan kir, dest û lingên wan şikandin

Li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê grupeke 25-30 kesî ya nijadperestên Tirk êrişî 4 karkerên Kurd kir ku ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ne.

Nijadperestan bi dar, satore û demançeyan êrişî 4 Kurdan kir û serî û dest û lingên wan şikandin.

Bûyerê îro li Taxa Kumluovayê ya navçeya Seydîkemerê ya Muglayê rû da.

“Hûn ji Rojhilat hatine vir û li serê me bûne mêr”

Çar karkerên Kurd ên ji Mêrdînê yên bi navê Abdurrahîm Yavuz, Abdulhalîm Yavuz, Resul Yavuz û Ahmet Yavuz dema diçûn ser kar li kolanê otomobîlekê rê nedaye ku otomobîla wan derbas bibe.

Li gorî ku karkeran ji Rûdawê re got, tevî ku wan rê daye otomobîla beramber û ji wan re gotiye derbas bibin jî yekî ji yên di otomobîla din de ji wan re gotiye, ‘Hûn ji Rojhilatê* hatine vir û li serê me bûne mêr.’

Piştî wê bi carekê 25-30 kes li wan kom bûne û wê komê bi dar û satoreyan li wan daye.

Karkerên Kurd diyar kir ku bi taybetî muxtarê wê taxê nijadperest teşwîq kirine ku li wan bidin û wî jî bi demançeyê yek ji wan birîndar kiriye.

Karkeran da zanîn, tevî ku wan gilî jî kiriye cendirmeyan tiştek derbarê êrişkaran nekiriye.

Ew karkerên Kurd dixwazin piştî vê êrişa nijadperestan dengê wan bê bihîstin û aliyên pêwendîdar êrişkaran ceza bikin.

Karkerên Kurd ên ku êrişî wan hatiye kirin / Wêne: Rûdaw
“Ma we hîn ev ne kuştine, ev hîn sax in?”

Karkerê bi navê Abdulhalîm Yavuz ji Rûdawê re wiha behsa êrişê kir:

“Rojbaş. Ez dixwazim behsa bûyera bi serê me hatî bikim.

Hûn rewşa me dibînin, em rastî êrişeke nijadperestan hatin û em terkî mirinê kirin.

Her cihê me bûye birîn, em ne di wî halî de ne ku karibin biaxivin lê ez dixwazim bêjim wan çi anî serê me.

Wan bi grupeke 25-30 kesî êrişî me kir û muxtarê bi navê Hîlmî Denîz serkêşiya grupê dikir.

Piştî muxtar Hîlmî Denîz got ‘Ma we hîn ev ne kuştine, ev hîn sax in?’ êrişa li ser me zêdetir bû.

Muxtar bi demançeyê gule berda biraziyê min Mehmet Yavuz, du gule jî berdan me.

Di navbera min û wî de otomobîl hebû berê demançeyê da min û gule berda lê min xwe avêt pişt otomobîlê û gule li min neket.

Em dixwazin ev mirov bê cezakirin. Mîroyek jî ku tu tiştekî bikî jê xwe diparêze lê em ne mîro ne em mirov in.

Em mexdûr in û ji her kesî re dibêjin ku bila her kes zanibe li vir çi anî serê me.”

*Mebesta wan a ji “Rojhilat”ê Bakurê Kurdistanê ye.

 

Rudaw

Top