• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokwezîr kevra bingehîna ya sayloya Helebceyê danî

Serokwezîr kevra bingehîna ya sayloya Helebceyê danî

Şopandina bo berhemên Cotkarên deverê kir.

Îro di çarçoveya serdana xwe de bo Parêzgeha Helebceyê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevra bingehîn ya sayloya Helebceyê danî.

Beriya danîna kevra bingehîn, Serokwezîr ji nêz ve şopandin bo berhemên Cotkarên deverê kir û pişt re jî beşdarî di merasîma fermî ya danîna kevra bingehîn kir û beriya danîna kevra bingehîn jî Serokwezîr gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de kêfxweşiya xwe yabo serdana Helebceyê diyar kir û ragihand ku, hefteya derbasbûyî jî li gel civata piştîvanî kirina Helebceyê civiya û di civînê de nîqaş li ser çawetiya ximzet kirina Helebce, piştîvanî kirina berhemên çandiniyê û pêşde birina keta çandiniyê li vê parêzgehê kirine.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, mixabin heta niha rêkarên bi parêzgehbûna Helebceyê ji aliyê hikûmeta federalî ve nehatine cîhbicîhkirin lewre em daxwaz ji hikûmetê dikin û dibêjin lazime bilez ev rêkarên han werin bicîhanîn û Helebce sembola stem kirin li gelê Kurdistanê ye lewre lazime bi baştirîn awayî xizmeta Helebceyê were kirin û lazime tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser xizmet kirina Helebceyê yekdeng û yekhelwest bin.

Devera Helebceyê xwedan axeke bipîte û di warê çandiniyê de gelek zengîne lewre lazime ev karta han were vejandin daku, bi wê awayî jî derfetên karî yên zêdetir bo şêniyên deverê werin afirandin û lazime em bihevre hem weke hikûmet û him jî weke kerta taybet bi her awayî xizmeta Helebceyê bikin jiber ku, ev deverê hêjayê xizmet kirineke zêdetire.

 

Rudaw

Top