• Sunday, 30 June 2024
logo

Fransa diçe ser sindoqan: Ji hemû hilbijartinên berê cudatir e

Fransa diçe ser sindoqan: Ji hemû hilbijartinên berê cudatir e

Îro yekem gera hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Fransayê tê kirin.

Nifûsa Fransayê nêzikî 68 milyon û 400 hezarî ye û mafê dengdanê yê 48 milyon û 752 hezar kesan heye.

Li Parlamentoya Fransayê 577 kursî hene.

Eger di gera yekê de li her herêma hilbijartinê ti namzed ji sedî 50ê dengan bi dest nexe 2 namzedên ku herî zêde deng standine yanî ji sedî 12,5ê dengan bi dest xistibin dê biçin gera duyem a hilbijartinan.

Gera duyem a hilbijartinên Parlamentoya Fransayê jî dê 7ê Tîrmehê were kirin.

Ev hilbijartinên Fransayê ji hemû hilbijartinên berê yên wî welatî cudatir in.

Lewre tê pêşbînîkirin cara yekem partiyeke rast a tûndrew bibe desthilat.

Navê wê partiyê Tifaqa Yekgirtî ye. Ew partî li dijî penaber, hîcab, nêrîtên Îslamê ye.

Li gorî wê partiyê nabe Fransa ewqasî di bin bandora NATO û Yekîtiya Ewropayê de be.

Yek ji armancên wê partiyê ew e wekî nimûmenya Brîtanyayê (Brexit) Fransayê bi referandûmê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Frexit) derxe.

Rikaberî di navbera 3 tifaqan de heye

- Tifaqa Rast a Tundrew, tifaqa partiyên rastgir a Fransayê ye.

Li gorî rapirsiyan, Partiya Yekîtiya Niştimanî ku Marine Le Pen serokatiyê wê dike dê ji sedî 37ê dengan bi dest bixe.

- Tifaqa Demokrasiyê, Serokê Partiya Ronesansê Emmanuel Macron serkotiya vê tifaqê dike.

Li gorî rapirsiyan Tifaqa Demokrasiyê ji sedî 20ê dengan bi dest dixe.

- Tifaqa Çep, navê vê Tifaqa Hevpeymaniya Bereya Nû ya Gel e û tê pêşbînîkirin ji sedî 29ê dengan bi dest bixe.

Dîroknas Patrick Wel eşkere kir ku eger partiya Marine Le Pen bi ser bikeve û Jordan Bardella bibe desthilat wê di dîroka Fransayê de bibe qonaxeke nû.

Li gorî gotina Patrick Wel, cara yekem dê partiyeke rastgir bi zexta welatekî biyanî li Fransayê bibe desthilat.

Jordan Bardella ciwanekî 28 salî ye û li ber destê Marine Le Penê mezin bûye.

Jordan Bardella namzedê Partiya Yekîtiya Niştimanî yê serokwezîriyê ye.

Eger Bardella dengê herî zêde bi dest bixe dê bibe serokwezîrê nû yê Fransayê.

Şîrovekarê siyasî Emmanuel Reviyer jî li ser îhtîmala hilbijartina Jordan Bardelle wiha got:

“Eger Jordan Bardella bibe serokwezîr û baweriyê bistîne ew dibe tiştekî gelekî balkêş.

Ev kurik gelekî jêhatî ye. Eger hûn temaşeyî jin û mêrên 20 salî yên derdorê bikin dê bibînin ku kêm kes ji wan wisa kar dikin.”

Ev hilbijartin dê ti bandorê li ser posta serokkomariyê neke heta sala 2027an dê ew post di destê Emmanuel Macron da be.

Eger tifaqa rastgir di hikûmetê de bibe desthilat, Emmanuel Macron neçar dimîne heta 2027an bi Jordan Bardella re kar bike.

 

Rudaw

Top