• Sunday, 30 June 2024
logo

Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê: Hilweşandina Desteya Şêwirmendiya îdareya Kerkûkê di berjewendiya hemû pêkhateyan de ye

Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê: Hilweşandina Desteya Şêwirmendiya îdareya Kerkûkê di berjewendiya hemû pêkhateyan de ye

Endameka Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê li ser lîsteya PDKê radigehîne ku hilweşandina Desteya Şêwirmendiya îdareya Kerkûkê ya bi biryara Serokwezîrê Iraqê pêngaveke raste, ji ber wê desteyê bi tinekirina nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê û xwe sepandinê ve kar dikir.

Desteya Şêwirmendiya îdareya Kerkûkê piştî 16ê cotmehê ji serokek û çar şêwirmendên ji aliyê parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê pêkhatibû, lê di çend rojên borî de bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê ew deste hate hilweşandin.

Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya li ser lîsteya PDKê Şoxan Hesîb Husên ji BasNewsê re ragehand, pêşwaziyê li wê biryara Hikûmeta Iraqê dikin, herçend biryareke dereng jî be, lê naha hilweşandina wê Desteya Şêwirmendiya Îdareya Kerkûkê di berjewendiya hemû pêkhateyên Kerkûkê de ye, ji ber ew desteyê desthilateke xwe sepandinê bû û bi hizra tinekirina kurdan kar dikir.’’

Şoxan Hesîb got, wê desteyê naha li Bexdayê jî ti rewabûna wê nemaye, di rastiyê de jî ew çend sale ku îdareya Kerkûkê dikin û desteyekî xwe sepandinê bû, ne rewabû û rewabûn ji Kerkûkiyan wernegirtibû. ‘’Ew şêwirmendane berê jî fermana hilweşandina wan hebû û pêwîstbû her 16ê cotmehê de hatiban dûrxistin, bi taybet jî Îmad Edhem.’’

Herwaha got, wê desteyê pir bi alîgirî ji bo pêkhateya ereb kar dikir, bi taybet ji bo Hewîce û ti karekî wisa ji bo Kerkûkê nekiriye ku hêjayî gotinê be, ji ber wê jî hilweşandina wê di berjewendiya kurd û bajarê Kerkûkê de ye û ragehand: ‘’Em hêvîdarin di demeke kurt de desteyeke nû ya îdareya rewa û parêzgarek ji bo Kerkûkê li ser bingehê mafbeşî ya helbijartinê bê danîn.

 

Basnews

Top