• Sunday, 30 June 2024
logo

Tuncer Bakırhan: Berpirsiyarê agir DEDAŞ e!

Tuncer Bakırhan: Berpirsiyarê agir DEDAŞ e!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku agirê Mêrdîn û Amedê ji ber têl û dîrekên DEDAŞê derketiye û DEDAŞ herêmê wekî metîngehê dibîne

Tuncer Bakirhan di koma civîna partiya xwe ya meclîsê de axivî.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de behsa agirê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê kir.

20ê Hezîranê di navbera li gundên Çinar û Şemrexê de şewateke mezin çêbû û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest da 80 kes birîndar bûn û xisareke gelekî mezin a madî çêbû.

“DEDAŞê çavê xwe berdaye berîka xelkê”

Tuncer Bakirhan behsa îhmalkariyên Saziya Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) kir û wiha got:

“Li herêmê belaya DEDAŞê heye. A rast ev yek gelek caran hatiye ziman. DEDAŞ li herêmê wek Dehaq tê zanîn.

Kes nabêje DEDAŞ her kes dibêje Dehaq. Çav berdaye nan, xwarin, kar û barên xelkê û wan desteser dike.

Bepirsiyarê sereke yê vê felakete DEDAŞ e. Bawer bikin dema em çûn, em şaş û metel man.

Cotkar nikarin heqê fatûreyên xwe bidin. DEDAŞ jî radibe îcrayê ji wan re dişîne û dest datîne ser zeviyan wan û mal û milkên wan.

DEDAŞ dîrekên 50 salî yên darî neguhertine. Ev nêzî 50 sal in li bajarê Kurdan ti xizmetguzarî nekiriye û ti pere xerc nekirine.

DEDAŞê xwestiye kara xwe û karê xwe zêde bike û çav berdaye berîka xelkê.”

“Zîhniyeta DEDAŞê û ya qeyûman tayîn dike yek e”

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe jî de amaje bi wê yekê kir ku Kurdistanê wekî metîngehê dibînin û wiha berdewam kir:

“Zîhniyeta DEDAŞê û ya qeyûman tayîn dike yek e. Ji ber ku Kurdistanê wekî mêtingeriya aborî û siyasî dibînin, bi heman ferasetê nêzîk dibin. 

Ranta xwe bi dest bixe lê xizmetê meke.

Ne tenê îktidar hiqûqa dualî nîşanî Kurdan dide, çi şirketên li Kurdistanê hene ew jî hiqûqa dualî bi cih dikin. Şirket jî bi nêzîkatiya îktidarê nêzîkî gel dibin.”

29ê Hezîranê mîtîng heye 

Bakirhan di beşeke din a axaftina xwe de polîtîkaya hikûmetê ya danîna qeyûm jî rexne kir û wiha got:

"3yê Hezîranê de li Colemêrgê hewl dan îradeya gel ji holê rakin. Me ji roja destpêkê ve gotiye, ‘Şaredarî yên gel in’ bi hefteyan em li qadan in.

Heta ku em şaredariyên xwe vegerînin em dê li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.

29ê Hezîranê em dê bi pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi dirûşmeya 'Em dê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûman' mîtîngekê li dar bixin.

Em dê pira hevgirtinê ya ji Stenbolê heta Colemêrgê xurt bikin."

 

Rudaw

Top