• Sunday, 28 April 2024
logo

Li Çemçemalê du keç hatin kuştin

Gulan Media January 4, 2011 Civakî
Li Çemçemalê du keç hatin kuştin
Îro li navçeya Çemçemalê termê du keçan hate dîtin, çavkaniyeke polîsê Çemçemalê ragihand, piştî ku hatine agahdarkirin çûne cihe bûyerê û termê her du kiçan rakirine nexweşxaneya Pêşrew.

Wê çavkaniyê da zanîn ku ew her du kiçene xwûşkên yek in û navê wan Ş.F.M û Ş.F.M ye û temenê wan 20 û 22 sal in û di termê wan de şûna gule û kêran heye.

Li gor malpera PUKmedia Rêveberê polîsê Çemçemalê Dara Ebdulla, ew bûyere ji wan re pişt rast kir û got: “Mala bavê wan du kiçane di rojekê pêş dîtina termê wan her du kiçane de serlêdan li binkeya polîsê Çemçemalê kirine û ragihandine ku her du kiçên wan piştî ku çûne bazarê êdî nehatine bo mal û piştî wan agahdariyane polîsê navçeya Çemçemalê dest bi lêkolînan kiriye û îro jî termê her du kiçan bi kuştî dîtiye.”

Her wiha binkeya polîsê Çemçemalê da zanîn jî heta ku lêkolînên pizîşkî encam neden nikarin tu kesekê wek gumanbar yan tawanbar bigrin.
Top