Li Bexdayê motorsiwarekî bi demançeyê keçek kuşt
Motorsîwarekî li navçeya Yermûk a Bexdayê keçeke temen 20 salî kuşt û reviya.
Îro 16.05.2024ê çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê ji çapemeniyê re ragehand, îro li navçeya Yermûk a Bexdayê ber bi sibehê ve motorsiwarekî keçeke 20 salî kuştiye.
Heman çavkaniyê diyar kir, wê keçê li kafeyekî de kar dikir û kujer jî berî bûyerê li gel axaftiye û piştre jî bi demançeyê lêdaye û ew kuştiye. Piştre jî kujer bi motosîkletê ve reviya ye.
Basnews