• Wednesday, 27 November 2024
logo

Ji ber zewaca bi zorê xwe kuşt

Gulan Media December 3, 2010 Civakî
Ji ber zewaca bi zorê xwe kuşt
Jina bi paşnavê Akdag ya 17 salî li Gundikê Kendala Dêrikê xwe kuşt. Hat zanîn ku ji ber malbata wê xwestiye wê bi zorê bizewicînin, xwe kuşt.

Jina ku tenê paşnavê wê hatiye zanîn Akdag ku malbatê xwest wê bi zorê bizewicînin dermanê çandinê vexwar û dawî bi jiyana xwe anî.

Termê keça ciwan piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê ji aliyê malbata wê ve hate girtin û li Bajaroka Kendalê hate veşartin.
Top