• Saturday, 27 April 2024
logo

Şanda Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Berevaniyê û Cîgirê Wezîrê Derve yên Îtalyayê re dicive

Gulan Media March 29, 2024 Nûçe
Şanda Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Berevaniyê û Cîgirê Wezîrê Derve yên Îtalyayê re dicive

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Romayê bi Wezîrê Berevaniyê û Cîgirê Wezîrê Derve yên Îtalyayê re dicive û her du alî piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan tekez dikin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî pêk hatiye îro28.03.2024 cuda cuda bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalyayê Edmondo Cirielli re civiya.

Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî di derheqa naveroka civînên wê şandê de ji K24ê re ragehand, “Di civînên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wan her du berpirsên Hikûmeta Îtalyayê de, behsa peywendiyên serbazî û siyasî yên navbera Hewlêr û Romayê, piştevaniya Îtalyayê ji bo Wezareta Pêşmerge û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dawî biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din hat kirin”.

Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê amadehiya xwe ji bo alîkariya her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi merema çarekirina arêşeyên hilawîstî yên di navbera wan de bi rêya aştî û diyalogê tekez kir”.

Bergeşt Akreyî amaje jî da, “Guido Crosetto ji Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gotiye, xelkê Îtalyayê gelek ji Herêma kurdistanê û xelkê wê hez dike. Em dê bi şiyanên xwe li ser piştevanîkirina we berdewam bin û em dê her wekî dostên gelê Kurd bimînin”.

Berdevkê Desteya Weberhênanê di derheqa civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê re got, “Edmondo Cirielli ji wê şandê re ragehandiye, em bi parastina mafên pêkhatan û wê pêkvejiyana aştiyane ya ku di navbera pêkhat û neteweyên cuda cuda yên Herêma kurdistanê de heye gelek dilxweş in”.

Navbirî amaje jî da, “Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalyayê di wê civînê de piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û got, bihêzî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê ji bo aramî û seqamgiriya Îraqê û deverê jî gelek giring e”.

Her îro bi merema bihêzkirina peywendiyên serbazî û siyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Romayê û li nav avahiyê Civata Pîran, bi Lijneya Berevaniyê û Karûbarên Derve ya Civata Pîrên Îtalyayê re civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh (Çarşem, 27.03.2024) serdana Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê jî kir û ji aliyê Nûnerê Hikûmetê Rêzan Hemesalih û Desteya Nûneratiyê ve pêşwazî lê hat kirin.

 

 

Basnews

Top