• Saturday, 27 April 2024
logo

Israîl hejmareke bingehên serbazî li Sûriyeyê bombebaran dike û 36 kesan dikuje

Gulan Media March 29, 2024 Nûçe
Israîl hejmareke bingehên serbazî li Sûriyeyê bombebaran dike û 36 kesan dikuje

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê radigehîne ku, Israîlê êrîş kiriye ser çend bingehên serbazî yên Sûriyeyê, 36 kes hatine kuştin.

Li dû zanyaran, seet 01:45 deqîqe yê serê sibeha îro (Înî, 29.03.2024), artêşa Israîlê êrîşeke asmanî kiriye ser rojhilatê Helebê li bakurê Sûriyeyê û çend embarên çek û teqemeniyan ên komeke çekdaran a nêzî Hizbulaha Libnanî kirine armanc.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di vî warî de ragehand, “Êrîşa Israîlê bingehên moşekî yên komeke çekdaran a nêzî Hizbulaha Libnanî kirine armanc, ku dikeve nêzî Balafirxaneya Helebê, 36 kesên sivîl û serbazî hatine kuştin”.

Serê sibeha roja 26ê Adara îsal bingehên komên milîşyayên nêzî Îranê li sinroê parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê ji aliyê artêşa Israîlê ve hatin armanckirin, ew êrîş bû sedema kuştina serkirdeyekî artêşa Pasdarên Îranê bi navê Hacî Esker.

Ji destpêka îsal ve Israîlê zêdetirî 25 caran êrîş kiriye ser axa Sûriyeyê û herî zêde armanca wan jî bombebarankirina bingehên artêşa Pasdarên Îranê û komên milîşyayên nêzî wî welatî bûye.

Top