• Saturday, 27 April 2024
logo

Otobus ji pirê ket: 45 kes mirin, tenê zarokek filitî

Gulan Media March 29, 2024 Nûçe
Otobus ji pirê ket: 45 kes mirin, tenê zarokek filitî

Li bakurê Afrîkaya Başûr otobuseke rêwiyan ji pirê ket xwarê.

45 kesên di otobusê de mirin, tenê zarokekî 8 salî bi birîndarî filitî.

Li gorî nûçeyên medyaya Afrîkaya Başûr, otobusa ku Botsvanayê diçû Moriayê, li herêma Limpopoyê ji pirê ketiye.

Hat ragihandin ku xeyn ji zarokekî 8 salî, 45 rêwiyên di otobusê de mirine.

Wezîrê Veguhastinê yê Afrîkaya Başûr destnîşan kir ku ji bo diyarkirina sedema qezayê dixebitin.

 

Rudaw

Top