• Saturday, 27 April 2024
logo

133 cihên bazirganî û 30 erebe li Zaxoyê hatin qerebûkirin

Gulan Media March 29, 2024 Nûçe
133 cihên bazirganî û 30 erebe li Zaxoyê hatin qerebûkirin

Tevaya zirardîtiyên lehiyên Dihok û Zaxoyê berî cejnê dê bên qerebûkirin, îro jî 133 cihên bazirganî û 30 erebe li Zaxoyê hatin qerebûkirin.

Hiznî Tîsanî ku dikandar e û hatiye qerebûkirin got, “Dikana min a karebê bû, lehiyê nêzî 15 milyon dînaran zirar gehand min. Mala Serokî û Kekê Mesrûr ava, em spasdarên wan in ku ev alîkarî ji me re kir”.

Tevaya xelkê zirardîtî yê bazirganî ji vê piroseyê mifadar dibin. Ebu Ciger jî ku xwediyê jeneratorên karebê ye got, “Em spasiya hikûmeta xwe dikin, li gel xelkî gelek alîkar bû û berî niha jî gelek caran alîkariya me kiriye. Em spasiya wan dikin”.

Furat Semoî jî ku dartaş e got, “Hemî amûrên min pûç bûn. Em spasdarên hikûmetê ne, gelek alîkariya me kir û pûte da me”.

Di qonaxa yekê de 410 malên zirardîtî hatibûn qerebûkirin, bi temamkirina qonaxa duyê jî ku qerebûkirina 133 cihên bazirganî û 30 erebeyan vedigire, piroseya qerebûkirinê li Zaxoyê ber bi dawiyê diçe.

Birêveberê Bergiriya Şaristanî ya Zaxoyê Cemal Hesen ragehand, “Qonaxa duyê li ser sê zonan hatiye lêkvekirin; erebe û pirojeyên bazirganî yên biçûk û pirojeyên bazirganî yên mezin. Ji duhî danê spêdê heta niha me piraniya wan bidawî anîne, ku hejmara wan zêdetirî 130 pirojeyan e. Niha jî em li ser qerebûkirinê berdewam in”.

Heta niha gojimê milyarek û 11 milyon 600 hezar dînaran ji bo zirardîtiyên lehiyan li Zaxoyê hatine terxankirin.

Bi biryara Serok Barzanî, soza ku tevaya xelkê zirar ji lehiyan dîtibû berî cejnê bê qerebûkirin hat bicihanîn û tevaya xelkê zirardîtî ji mal û cihên bazirganî li Zaxoyê hatin qerebûkirin.

 

K24

Top