• Sunday, 28 April 2024
logo

Leyla Zana: Eger em bihêz bin em dê bibin mixetab

Gulan Media March 29, 2024 Nûçe
Leyla Zana: Eger em bihêz bin em dê bibin mixetab

 Siyastemedara Kurd Leyla Zanayê li Bedlîsê got, “Em eger di hilbijartinên 31ê Adarê de bihêz bin em dê bibin mixetab. Eger em ne bihêz bin em nikarin bibin mixetab."

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana piştî Newroza Amedê beşdarî xebatên hilbijartinan ên DEM Partiyê bû û rojane li bajar û navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanê digere.

Leyla Zana îro li bajarê Bedlîsê beşdarî mitînga DEM Partiyê bû û gotarek pêşkeş kir.

Leyla Zanayê di axaftina xwe de bangî Kurdan kir ku 31ê Adarê li her derê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi taybetî li metropalan biçin ser sindoqan.

“Li îradeya xwe xwedî derkevin”

Zanayê ji xelkê xwest ku dengên xwe bidin DEM Partiyê û got:

“Werin em 31ê Adarê xwedî li sindoqan derkevin.

Banga min ji bo hemû kesên li metropalan dijîn heye. Herkes bila xwedî li nasname û îradeya xwe derkeve.”

“Em dixwazin Tirkiye û Kurdistan wekî xwişk û bira bijîn”

Leyla Zanayê di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Em dixwazin Tirkiye û Kurdistan wekî xwiş û bira bijîn. Pêdiviya me bi hev heye.

Lê eger hûn xwedî li xwe dernekevin ti kesek xwedî li we dernakeve.

Xwedî li xwe û sindoqên xwe derkevin.”

Zanayê amaje bi wê yekê kir ku bila kes guh nede gotegotan û wiha domand:

“Her kes bila hêza xwe bike yek. Bila em Adarê bi serbilindî ji sindoqan derkevin.

Eger em bihêz bin em dê bibin mixetab. Eger em ne bihêz bin em nikarin bibin mixetab.”

“Kesek nîne ku bibêje ez têr im”

Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê herwiha bal kişand ser krîza aborî ya li Bedlîsê jî û got:

“Berhemanîna me li ser çandinî û ajeldariyê ye lê niha zozanên me hatine qedexekirin.

Dema ku ev qedexe hatin ragihandin ajeldarî jî kêm bû.

Ez bawer dikim ku hûn nikarin kîloyek goşt jî bikirin.

Ne tenê em, ên li Tirkiyeyê jî di tariya sibehê de di dora nan de ne.

Ew mamosteyê ku 15 hezar lîre mûçe distîne dê çawa bikare debara xwe bike. Dê çawa bijî.

Kesek li vî welatî nîne ku bibêje ez pêşiya xwe dibînim û têr im.”

Zana derbarê rewşa aborî jî rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girtin û got, “We ev welat rizandiye.”

 

Rudaw

Top