• Saturday, 27 April 2024
logo

Fransayê Firaz Korkmaz radestî Tirkiyeyê kir

Gulan Media March 28, 2024 Nûçe
Fransayê Firaz Korkmaz radestî Tirkiyeyê kir

Fransayê biryar da çalakvanê Kurd ê bi navê Firaz Korkmaz dersînor bike û radestî Tirkiyeyê bike.

Di dema dersînorkirinê de hinek Kurd çûn Balafirgeha Charles de Gaulleyê ya Parîsê û wan nerazîbûn nîşanî biyara dersînorkirina Firaz Korkmaz da.

Li balafirgehê di navbera wê grupê û karmendên balafirgehê de alozî derket, di encamê de 3 kes birîndar bûn û çend kes jî hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, dema Yekîneya Vegerandina Neteweyî ya Fransayê dixwest Kurdê bi navê Firaz Korkmaz bi rêya Balafirgeha Charles de Gaulleyê dersînor bike û radestî Tirkiyeyê bike, hinek ciwanên Kurd ketin hundirê balafirgeha û wan xwest dersînorkirina Firaz Korkmaz asteng bikin.

Li ser wê yekê di navbera karmendên balafirgehê û grupê de alozî derket.

Tê gotin ku di aloziyan de sê karmendên balafirgehê birîndar bûne.

Piştre leşkerên Fransayê midaxeleyî bûyerê kiriye û çend kes hatine desteserkirin lê hejmara kesên desteserkirî ne diyar e.

Tevî nerazîbûnan jî Firaz Korkmaz radestî Tirkiyeyê hat kirin lê heta niha nayê zanîn ka ji ber çi hatiye radestkirin.

Çalakvanê Kurd Firaz Korkmaz meha sibatê hatibû girtin û wê demê jî bo berdana wî xwepêşandan hatibû kirin.

 

Rudaw

Top