• Saturday, 27 April 2024
logo

Franse hewl bo baştir kirina têkiliyên Hewlêr û Bexdayê dide

Gulan Media March 28, 2024 Nûçe
Franse hewl bo baştir kirina têkiliyên Hewlêr û Bexdayê dide

Şandeke hikûmeta herêmê li gel rayedarên wezareta derve civiyaye.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Franseyê duhê êvarê şanda hikûmeta herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya berpirsê têkiliyên derve Sefîn Dizeyî serdana wezareta derve ya Franseyê kir û li gel rayedarên vê wezaretê civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê û herwiha kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin û rayedarên Frensî ji şanda Kurdistanî re ragihandiye ku, Franse hewl bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dide.

Ji aliyeke din ve her duhê şanda hikûmeta herêma Kurdistanê serdana parlementoya Franseyê kiribû û li gel rayedarên parlementoya Franseyê jî civiya bû.

Top