• Saturday, 27 April 2024
logo

Bakirhan ji bo aştiyê bangî Erdogan kir

Gulan Media March 28, 2024 Nûçe
Bakirhan ji bo aştiyê bangî Erdogan kir

 Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo aştiya civakî bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ji bo xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê doh li Qersê bû.

“Her roj zarokên Kurd û Tirkan canê xwe ji dest didin”

Tuncer Bakirhan li Qersê bangî Erdogan kir û got:

“Birayê min, li welatê te her roj zarokên Kurd û Tirkan canê xwe ji dest didin.

Cenazeyên ciwanên Kurd û Tirkan tên.

Li şûna ku tu aştiya Ukrayna û Rûsyayê pêk bînî tu çima li gel birayên xwe yên Kurd aştiya xwe ya civakî pêk nayînî û Tirkiyeyê nakî welatê herî bihêz ê cîhanê?”

“Dibêje ez dê li ser serê Kurdan top û tifingan bibarînim”

Bakirhan di axaftina xwe de li ser pirsa Kurd rexne li desthilata Tirkiyeyê girtin û anî zimên:

“Li cîhanê ji aştiyê hez dike lê di vê hilbijartinê de dibêje ez dê li ser serê Kurdan top û tifing û fîşekan bibarînim.”

 

Rudaw

Top